Ciwanên HDP'yî xwe ji bo kongreyê amade dikin

Endama Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê Sevîm Akdag li ser kongreya xwe ku wê roja Înê li Amedê pêk bîne axivî.

Meclîsên Ciwanan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê bi şiyara "Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêtingeriyê parçe bike" roja 25'ê Mijdarê li Amedê 2. Kongreya xwe ya Asayî li dar bixin.

Kongre wê li Salona Konferansê ya Geterlerê pêk were û ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê gelek ciwan hatine vexwendin. Endama Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê Sevîm Akdag li ser amadekariyên ji bo kongreyê ji ANF'ê re axivî. Akdag diyar kir, bi ragihandina Rewşa Awarte re hewl hatiye dayin ku berxwedêriya gel û ciwanên Kurd bê qelskirin.

Akdag bi bîr xist ku gel û ciwanên Kurd ne xerîbê van zextên dewleta Tirk e û got, "Ji salên 80'î û vir ve bi taybetî li dijî ciwanên Kurd polîtîkayeke tevizandinê û dûrxistina ji kevneşopiya têkoşînê tê meşandin. Bêguman bi Rewşa Awarte ay dawî re ev yek di asta herî bilind de hat kirin. Ji ber ku beriya Rewşa Awarte berxwedana xwerêveberiyê hebû.

Li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê berxwedan hebû. Ev berxwedan jî bi giranî bi pêşengiya ciwanan ahte kirin. Ciwanên ku xwedî li kolan û erdê xwe derketin, hîn bêhtir bûn hedefa zext û zordariyê."

Akdag demên beriya niha bi bîr xist û anî ziman, bêdengiya ciwanan nayê wê wateyê ku dest ji têkoşînê berdane. Akdag got, "Dibe ku ji bo wextekê bêdengî hebe, lê belê mîrateyeke berxwedanê ya ciwanên Kurd heye ku ji Kemalan, ji Xeyrî û Sakîneyan girtine.

Bi hilbijartinên giştî re li Kurdistan û Tirkiyeyê liv û tevgerek çêbû. Li her deverê em reaksiyoneke erênî dibînin."

Akdag diyar kir, her ku zext û êrîş giran dibin, kevneşpiya berxwedanê ya ciwanan jî xwe dubare dike.

BANGA JI BO KONGREYÊ

Sevîm Akdag li ser amadekariyên kongreyê jî ev agahî da:

"Ji herêma Marmarayê heta herêma Serhedê amadekariyên me dewam dikin. Ji xwe Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê ji gelek pêkhateyan pêk tên. Em karê xwe yê ji bo kongreyê jî bi hevkariya van pêkhateyan dikin. Nûnerên rêxistinên ciwanan ên li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê ji bo kongreyê hatin vexwendin.

Di kongreya me de wê polîtîkayên gemarî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî ciwanan tên kirin, her wiha rêbaza têkoşînê ya ciwanan bên nirxandin. Em zanin ku yên pêşengiyê ji ciwanên Rojhilata Navîn re bikin, ciwanên Kurd e. Em dixwazin piştî kongreyê kolan bi kolan, mal bi mal xwe bigihînin ciwanan. Lewma di serî de jinên ciwan em bang li her kesên dixwazin têbikoşin dikin ku tevlî kongreya me bibin."