'Ciwanên Êzidxanê wê li ser şopa Nûjiyan bin'
Saziya Malbatê şehîdan a Şengalê diyar kir, bi dehan ciwanên Êzidî wê li pey şopa heqîqeta Nûjiyan Erhan bimeşin û rastiya rûyê qirêj ya PDK’ê eşkere bikin.

Saziya Malbatê Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê nivîskî sersaxî ji malbata Rojnamevan Nûjiyan Erhan re xwest.
Daxuyaniya saziyê wiha ye:
"Hevala me ya rojnamevan Nûjiyan Erhan di 3’ê Adarê 2017’an bi destê çeteyên PDK-AKP’ê birîndar bû û piştî 19 rojan şehîd bû. Nûjiyan ji ber ku rastî derdixist holê û nîşanî cîhanê dida, ji ber ku rûyê qirêj ê çeteyên PDK’ê ji cîhanê re eşkere dikir, hate şehîdxistin. Di dema rizgarkirina çiyayê Şengalê de, Nûjiyan Erhan bi fikir û kameraya xwe bi roleke mezin rabû. Nîşanî cîhanê hemû da ka ciwanên Êzidxanê li hemberî çeteyan çawa şer dikin û ew çawa ji axa pîroz derxistin. Nêzî 2 salan kedek mezin a Erhan li Şengalê çêbû. Di demeke kurt de karî deng û rengê jinên Êzidî û berxwedana Şengalê nîşanî cîhanê bide. Hemû hewldan û xwestên Erhan ew bû rûyê dijminên Êzidxanê eşkere bike, aliyek din çand, fikir, baweriya gelê em nîşan bide. Dibe îro Nûjiyan bi fizikî ne di nava me de be, lê îro bi dehan ciwanên Êzidî li pey şopa wê ji bo rastî û heqîqeta PDK-AKP’ê di taritiyê de nehêlin di Ragihandina Êzidxanê de kar dikin. Ji bo wê em dibêjin wê ne xeyalên Erhan nîvco nemînin û kamera wê jî li erdê nemîne. Weke mabatên şehîdan em ê ciwan û zarokên xwe bişînin, ku xeyal û xwestekên wê bi cih bînin û rûyê qirêj ê PDK'ê eşkere bikin.
Em carek din wekî Saziya Malbatê şehîdan a Şengalê di serî de ji malbata Nûjiyan Erhan û tevahî kedkarên Ragihanda Azad re sersaxiyê dixwazin. Em şehîdên azadiyê, şehidên fermana 73’an bi bîr tînin û sersaxiyê tevahî malbatên şehîdan re dixwazin."