Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo Ocalan meşiyan

Di çarçoveya pêngava ‘SERÎ HILDE’ ya ji bo azadiya Ocalan meşa ciwanan a ji Bazyan û Erbetê destpê kir, li Silêmaniyê bi dawî bû

Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ku di çarçoveya pêngava ‘SERÎ HİLDE’ de duh li bajarokên Erbet û Baziyan ên Silêmaniyê meşek dabûn destpê kirin, îro saet 16:30’ê bi daxuyaniyekî çapemeniyê ya li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê bi dawî bû.

Meşa ciwanan îro li ber Balafirgeha navnetewî ya Silêmaniyê destpê kir û ciwanan piştî gihan ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê li vir daxuyaniyek ya çapemeniyê dan.

Peyama Gencanî Welatparêz ku ji aliyê Herêm Şarezûr ve hate xwendin, wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a faşîst, bi heman hişmendiya faşîst û kevneperest, dixwaze îradeya bi milyonan kesî di nava çar dîwaran de bigire. Ti demê na fikire eger ku ev îradeye bi teqe, wê çarenûsa dewleta Tirk û dewletên weke wê wê çi jê were?”

Di peyama Gencanî Welatparêz de ev jî hate gotin: “Em weke ciwan, soz didin Rêber Apo ku di pêngava ‘SERÎ HİLDE’ de dewam dikin û dijmin û taybetî dewleta Tirk ji tecrîda li ser Rêber Apo poşman dikin. Heta Rêber Apo azad nebe, em ê hemû cihî bikin qada têkoşînê.”

Piştre jî peyama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ji aliyê Şeyma Eta ve hate xwendin û wiha hate gotin: “Em jinên ciwan li hemberî Rêbertiya xwe, xwe berpirs dibînin. Ew tecrîda ku ji aliyê dijminên azadiyê ve li ser Rêber Apo tê meşandin, em bi ti şêweyî qebûl nakin û em ê heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bikin. Em bang li jinên azadîxwaz û taybetî jinên Kurd dikin, tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nekin ku hemû jiyana xwe ji bo azadiya mirov û azadiya jinê veqetandiye.”

Piştre ciwanan dirûşim qîrkirin, govend gerand û çalakî bi dawî bû.