Ciwanên Başûr ji bo Zînî Wertê wê dest bi meşa dirêj bikin

Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi peyamekê ragihandin ku ew ê 16’ê Gulanê bi meşeke dirêj ber bi Zînê Wertê ve bikevin rê.

Di dijî provokasyonên li Zînî Wertê ku PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker dixwaze herêmê dagir bike, Ciwanên Başûrê Kurdistanê bertek nîşan didin.

Ciwanên Başûr wê bi dirûşmeya “Em ji bo Yekîtiya Netewî Dimeşin” wê 16’ê Gulanê saet 10:00’an ji pêşiya Zanîngaeha Raperîn a Ranyayê ber bi Zînî Wertê dest bi meşek dirêj bikin.

Ciwanên ku peyamek dan, diyar kirin ku ew ê ber bi Zînê Wertê bimeşin û bang li tevahî ciwanên Başrûrê Kurdistanê kirin ku tevlî meşê bibin.