Ciwanên Êzîdîxanê êrîşên artêşa Tirk a li Rojava protesto kirin

Di saetên direng ên şevê de endamên YCÊ û YJCÊ li bajarokê Xanesor ê girêdayî Şengalê bi çelakiyekê êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojavayê Sûriyeyê protestokirin.

Li bajarokê Xanesor a Şengalê endamên Yekîneyên Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîneyên Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) di saetên şevê de daketin qadan û êrîşên artêşa Tirk a li ser Rojava protestokirin.

Ciwanan di çalakiyê de şervan û gelê li hember êrîşan li ber xwe didin silav kirin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin hate gotin ku ciwanên Êzidî dixwazin bibin dengê berxwedana Rojava.

Ciwanan dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Berxwedana YPG/YPJ’ê’ qîr kirin.