Ciwanan li herêma Raperînê berxwedana gerîla pîrozkirin

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li herêma Raperînê bi lidarxistina merasîmekê berxwedana gerîlayan li hember dagirkeriya dewleta Tirk silav û pîrozkir.

Di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de ku beriya niha Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ragihandibûn, ji bo silavkirin û piştgirîdayina pêngava Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê li Baxçeya Deriyê Qezaya Ranye şahiyek yê pîrozbahiyê lidarxistin û têkoşîn û berxwedana gerîlayan pîroz kirin.

Bi dehan ciwanên herêmê jî tevlê pîrozbahiyê bûn. Li wir peyamên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer hat xwendin. Di peyaman de her wiha salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi çekên kîmyewî êrişê Başûrê Kurdistanê dike hat şermezarkirin.

Piştî peyaman ciwanan piştewanî û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana dîrokî ya gerîla nîşan dan û bang li ciwanan hat kirin ku koç nekin û li şûna vê tevlê gerîla bibin û piştgirî bidin û plana dagirkeriyê têkbibin.