Ciwanan Ereb li dijî komployê soza tolhildanê dan
Tevgera Ciwanên Ereb tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê soza tolhildanê dan.
Tevgera Ciwanên Ereb tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê soza tolhildanê dan.
Bi dehan Endamên Tevgera Ciwanên Ereb ên Tirbespiyê û xwendekarên Peymangeha Şehîd Îhsan li qada peymangehê kom bûn, wêneyên Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Ereb bilindkirin, pankartinê ku bi nivîsa ″Bi ciwanên demokratîk, em ê hemû komployên Tirkiyê û yên navneteweyî yên li ser herêma Bakurê Sûriyê têk bibin” û “Ciwanên demokratîk soz dan ku ew ê tecrîda li ser Rêber Apo rakin û wî azad bikin″ vekirin û têkildarî vê yekê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Bi navê Ciwanên Ereb ên Demokratîk, em komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Amanca vê komployê ew e ku fikir û felsefeya Rêbertiyê ya rizgarkirina tevahî mirovahiyê neyê belavkirin.
Em li hember hêzên komploger soz didin ku em ê li ser esasê neteweya demokratîk û biratiya gelan berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin û tolê hilînin. Em soz didin Rêbertiyê ku em ê xebatên xwe li ser felsefeya azad bidin meşandin.”