Civînên gel: Bê ku hinek bimirin, divê em tecrîdê bişkinin!

HDP’ê têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê civîn lidar dixe. Di civînan de hate destnîşankirin bê ku hinek bimirin divê bi lezgîn dawî li tecrîdê bê anîn.

AMED

Li avahiya Rêxistina DBP’ê ya navçeya Rezana Amedê bi beşdariya Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Musa Farisogullari, endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê û gelek kesan civîna gel hat lidarxistin. Parlamenter Farisogullari di civînê de axivî û got: “Divê em vê tirsê bişkênin û tecrîdê ji hev parçe bikin. Bi tecrîdê dixwazin hebûna me ji holê rabikin. Dixwazin bi tunekirina Kurdan pergalek nû ava bikin. Çalakiya Leylga Guven a di roja 65’emîn de ji bo me hişyariye. Li aliyekî din jî hişyarî ji bo dewlet û hikumetê ye. Li aliyê din jî ev hişyarî li dijî bêdengiya me ye. Bêyî mirin pêk werin divê demildest tecrîd bê rakirin. Amed warê berxwedanê ye. Divê êdî em derkevin kolanan û xwedî li daxwaza Leyla û girtiyan derkevin.”

Civîn bi nêrîn û pêşniyarên welatiyan bi dawî bû.

SÛR

Li avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Sûrê jî civîna gel hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û gelek kes beşdar bûn. Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP’ê Seher Tumer di civînê de axivî û got: “Komlopya navnetewî bi kûrkirina tecrîdê didome. Ev sê sale tu agahî nîne. Ji bo tecrîd rabe çalakiya Birêz Leyla Guven ketiye merhaleyek krîtîk û ji vê gavê şûn ve çi bikeve ser milê me divê em bikin.”

Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun jî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ne ji rêzê ye û got: “Çalakiya Leyla Guven dîroka me ya berxwedana salên 80’î bi bîra me dixe. Ji bo rakirina tecrîdê werin em têbikoşin. Em hemû gelên xwe vedixwînin mitînga li dijî tecrîdê ya di 19’ê mehê de.”

YENÎŞEHÎR

Li avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê jî bi beşdariya Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan civîna gel hat lidarxistin. Guzel û Gokkan di civînê de axivîn û xwestin her kes li dijî tecrîdê derkeve û daxwaza girtiyan bike daxwaza xwe. Di civînê de banga beşdariya mitînga di 19’ê Çile ya li Amedê li gel hat kirin.

PEYAS

Li avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeya Peyasê ya Amedê jî bi beşdariya Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz û gelek welatiyan û rêveberên partiyê civîna gel hat lidarxistin. Parlmaneter Aydenîz da zanîn ku ew di serdemek dîrokî de derbas dibin û got: “Ji bo azadî û demorkasiyê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”

ÊLIH

Li Êlihê jî rêxistina HDP’ê ya Bajêr li avahiya HDP’ê ya navçeya navendî civîna gel li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP’ê û DBP’ê, namzetên hevşaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr û Songul Korkmaz û gelek welatî beşdar bûn. Di destpêkê de parlamenter Başaran axaftinek kurt kir. Di civînê de daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hat xwendin. Metna bi Kurdî Endamê PM’ê yê HDP’ê Nurettîn Turgut û metna bi Tirkî jî Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Êlihê Bêrîvan Helen Işik xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê em bibin dengê çalakgerên girtîgehan. Çalakiya girtiyên azadiyê berxwedanek bi rûmet e. Divê her kes rast vê berxwedanê bixwîne. Nexwê wê sibê pir dereng bibe. Deng û qêrîna ji zîndanan bilind dibe deng û qêrîna me ye. Ev tecrîd wê ya bê şikandin an jî wê bê şikandin. Her tim berxwedana gelê Kurdistanê bi ser ketiye û wê ev berxwedan jî tecrîdê bişkênê û ji holê rabike.”

WAN

Li avahiyên rêxistina HDP’ê yên naçveyên Rêya Armûşê, Tuşba û Erdîşê jî bi beşdariya parlamenterên HDP’ê û bi sedan welatî civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de hat xwestin hemû kes bi ruhê seferberiyê xwedî li daxwaza Leyla Guven û girtiyan derkeve û gotin “Roj roja şikandina tecrîdkirina Ocalan e.”

QERS

Li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Qersê jî civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de bal kişandin ser tecrîdê û tecrîd û grevên birçîbûnê nîqaş kirin.

PIRSÛS

Li rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Pirsûs, Wêranşar û Serêkaniyê yên Rihayê jî civînê gel bi beşdariyan gelek welatiyan hatin lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu beşdarî civîna gel a li Pirsûsê bû. Surucu axivî û got: “Dixwazin bi lîstikan Kurdan dîsa sed sal bêstatû bihêlin. Birêz Ocalan bi boneya xwedî rêberiyek ku hêza wî heye van lîstikan xera bike, niha jî tecrîdek li dijî mirovahiyê pêk bînin. Dixwazin bi tecrîdê civakê bê parastin bihêlin.”

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê jî beşdariya Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nîmetullah Erdogmuş û gelek rêveber û aktîvîstên TJA’yê beşdarî civînê bûn. Parlamenter Erdogmuş got: “Pergala li Îmraliyê hatiye avakirin, pergalek bi temamî taybet e. Dixwzin bi tecrîdê fişariyê li ser civakê ava bikin. Di vê nokteyê de Leyla Guven derket û li dijî tarîtiyê bû ronahî.”

SERÊKANIYÊ

Li navçeya Serêkaniyê jî bi beşdariya Hevserokê HDP’a Rihayê Îbrahîm Halîl Akbaş û rêveberên HDP, DBP û KCD’ê û welatî beşdar bûn. Metna ji hêla Navenda Giştî ya HDP’ê ve ku têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê hatibû amadekirin hat xwendin.