Civîna Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê: Tişta ku ya me ye em ê bistînin

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî got, "Ji 31'ê Adara 1999'an û vir ve çi ya me be, em ê paşve bistînin."

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê civîna xwe ya navberê li Salona Konferansê ya Şaredariya Silopyayê pêk anî.

TIŞTA KU YA ME YE EM Ê PAŞVE BISTÎNIN

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî di axaftina xwe ya li civînê de diyar kir ku ew ê şaredariyên hatine desteserkirin paşde bigirin.

Tiryakî got, “Di vê salonê de ji Amedê heta Mêrdînê, ji Qersê heta Colemêrgê, ji Rihayê heta Dêrsimê ji her bajar û navçeyê nûnerên gel ên rasteqîn hene. Em bi rejîmeke qeyûm re rû bi rû ne ku 6 sal in bi rejîma rewşa awarte ya mayinde re nûnerên rasteqîn ên gel ji nedîtî ve tên. Çawa ku me di 31 'ê Adarê de kir, em ê di demeke gelekî kurt de wan ji vê xewnê şiyar bikin. Ji 31'ê Adara 1999'an û vir ve çi ya me be, em ê paşve bistînin. Hem di hilbijartinên 2023'an de hem jî di hilbijartinên herêmî yên 2024'an de em ê vê bikin."

BINGEHA ŞAREDARIYA ALTERNATÎF DI 1999’AN DE HAT AVÊTIN

Tiryakî wiha berdewam kir:"Yên ku di 15 'ê Tîrmehê de gotin 'hûn nikarin vîna gel tine bihesibînin' li dehan cihan dikarin vîna gel tine bihesibînin. Ev desthilatdarî nikare xwe bispêre tu rawatiyê. Encax ku tenê bi korîdorên polîsan dikarin bikevin nava gel. Ew nikarin bibin vîna gel. Lê belê her kesên li vê kolanê dikarin bikevin nava her bajarî û her kolanê. Vîna gel li vir e. Di sala 1999 'an de yekemcar hîmê şaredariya alternatîf hat danîn. Ji wê demê heta niha bi dehan tişt hatine qezenc kirin. Hevalên me gelek tişt bi dest xistin, sedema bingehîn a rejîma qeyûman îro ev e. Desthilatdarî dizane ku vîna gel îro wek berfê mezin bûye. Haya desthilatdariyê jê heye ku hewldanên çêkirina barîkatên li pêşiya xwe wê mîna aşûtê mezin bibin. Li pişt bahaneyên din veşartin, bi hewldana astengkirina şaredariyên me, vîna me ya hilbijartî re hewl dan rejîmeke qeyûm biafirînin. Tekane armanca wan ew e ku xizmetên şaredariyê mîna aşûtê mezin nebin lê nekarîn vê bikin. Em dê bi hevalên xwe yên ku di her astê da xizmet kirine berdêla vê bigirin. Em bi rejîmeke faşîst re rû bi rû ne ku vîna siyasî ya gel bi temamî ji nedîtî ve tê. Em ê bikin ku berdêlên gelekî giran li sindoqê bidin.”

LI GIRTÎGEHAN BÊHIQÛQIYEK MEZIN HEYE

Tiryakî destnîşan kir ku li girtîgehan bêhiqûqiyek pir mezin heye û ev tişt anî ziman, “Her hefte yek an jî du girtiyên siyasî tên qetilkirin. Bi alîkariya tiba edlî girtiyên nexweş li girtîgehê tên ragirtin. Piştî demeke kurt bi sedan hevalên me yên hatin berdan jiyana xwe ji dest dan. Desthilatdariya siyasî nikare bi rengekî din desthilatdariya xwe bidomîne. Vê bêhiqûqiyê belavî derveyî sînorên Tirkiyeyê jî bûye. Hewl didin vê bêhiqûqiyê bi rejîma şer re herdemî bikin. Desthilatdarî bi awayekî fermî li gelek welatan mûçeyên bi hezaran çeteyan dide. Desthilatdariyek heye ku wan ber bi şerekî bi xwîn ve dibe. Bi balafirên THY re çeteyan berê xwe dan Lîbyayê û ji wir jî derbasî Ermenîstan û Azerbaycanê bûn.”

DIVÊ EM LI DIJÎ REJÎMA TECRÎDÊ YA LI ÎMRALIYÊ DERÊN

Tiryakî diyar kir ku her roj agahiyên êşkenceyê ji girtîgehan dernakeve û wiha domand, “Ji 10 pirsên me wekî parlementeran 7 jê der barê girtîgehan de ne. Rejîma ku divê em li dij bin, rejîma tecrîda li Îmraliyê ye. Heya ku rejîma Îmraliyê dewam bike, em ê bibînin ku wê li her bajarî belav bibe. Ger em karibin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin, em ê ne tenê li Tirkiyeyê deriyê demokrasiyê vekin, her wiha dê li Rojhilata Navîn deriyekî nû ji aştiyê re vebe. Em weke HDP’yiyan di her civînê de vê yekê bi tîpên stûr xêz dikin. Heya ku tecrîd bidome wê li Rojhilata Navîn xwîn û rondik birije. Tenê bi tweetên medyaya civakî em nikarin dest ji êrîşên li ser Rojava berdin. Em nikarin bi daxuyaniyên çapemeniyê yên li ber avahiyên partiyan rawestin. Ger em dixwazin ev xwîn û rondik bisekine, divê em bi tevahî li ber xwe bidin. Divê her yek ji me di dilê xwe de bawer bike ku em dikarin wê tijî bikin. Tenê gelê me dikare vî şerî rawestîne. Û piştrast bin ku em ê bi ser bikevin. Bi baweriya min hemû hevalên me amade ne ku ji vê dagirkeriyê re bêjin na.”

EM Ê HDP’Ê MEZIN BIKIN

Mehmet Ruştu Tiryakî da zanîn ku rejîma AKP-MHP’ê wê weke rejîmeke derbeyê ya 12’ê Îlonê bikeve dîrokê û wiha dawî li gotina xwe anî, “Rêya bidestxistina vê jî ew e ku niha ji bo hilbijartinên di meha Hezîranê de bên kirin, amadekarî tê kirin. Em dikarin bi xebatên hilbijartinê yên ku em ê bikin dawî li vê desthilatdariyê bînin. Ji ber vê yekê divê em wekî ku ev yekşem bibe hilbijartinek bixebitin. Weke Navenda Giştî em bi awayekî profesyonel ji hilbijartinê re amade ne. Divê em xebatên hilbijartinê weke kampanya rêxistinkirinê bibînin. Divê em xebata ku me di 31’ê Adara de neqedandiye di 2023’an de temam bikin. Her dengê HDP’ê di hilbijartinên 2023’an de bigire, ji sedî 1 zêdebûn li Meclîsê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Tenê bi vî awayî em dikarin rêya sêyemîn pêk bînin. Ger em dixwazin ev rê ji bo siberoja Tirkiyeyê bibe rêyek ronî, divê em HDP’ê mezin bikin û bi kêmanî 100 parlamenteran bikin armanca me ya yekem, partiya muxalefetê ya sereke. Em ê di hilbijartinên herêmî de herî kêm 100 şaredarî û 3000 endamên meclîsa şaredariyan temsîl bikin. Divê em bi vî ruhî ji bo hilbijartinên herêmî yên 2024’an bixebitin. Potansiyel û hêza me heye ku em xeyalên xwe pêk bînin. Gelê me heta dawiyê bi van kadroyan bawer dike.”