Cînayeta Mûsa Anter çaryek sedsal e ku li benda ronîkirinê ye!

25 sal ji ser qetilkirina Mûsa Anter derbas bû lê hê jî kujerên cinayetê derneketine holê.

Nivîskarê Kurd Mûsa Anter di 20’ê Îlona 1992’an de li Amedê li Seyrantepeyê hate qetilkirin û va ye 25 sal ji ser qetilkirina wî derbas bû. Di salvegera qetilkirina wî de kurê wî Dîcle Anter bal kişand ser vî tiştî ku hê jî kujer nehatine tespîtkirin û got, “Ev doz, dozeke siyasî ya cînayetê ye. Bi vê dozê re pergala edaletê ya Tirkiyeyê jî tê darizandin.”

‘TIŞTÊN DI DOZA SÛSÛRLÛKÊ DE DERNAKEVIN HOLÊ’

Anter diyar kir ku dadgeh ji dêvila ronîkirina dozê dixwaze ser dozê bigire û got, “Di dosyeya Sûsûrlûkê de nivîsên li ser bavê min hene. Ev di odeyên kozmîk ên dewletê de hene. Lê dernaxînin derve. Eşkere ye ku ev cînayet bi haya hinek kesan hatiye kirin. Ev kes jî ji aliyê hin kesên din ve tên parastin.”

Dîcle axaftina xwe wisa domand, “Di rewşên wisa de komîsyona lêkolîna heqîqetê tişta herî guncav e. Em dixwazin kê çi sûc kiriye bila derkeve holê. Mesela qetlîama Roboskiyê heye. De ka bila kujerên vê qetlîamê derxînin holê. Dernaxin ji ber ku gelekî sûcdar in û dixwazin ser sûcê xwe bigirin.”

Anter nerazîbûn nîşanî serbestberdana bersûc Hamît Yildirim jî da û got “Ji ber ku 5 salên wî yên girtînê qediyaye, dadgehê Hamît Yildirim serbest berda. Ji ber gumana dibe ku ew bireve me xwest 2 salên din jî were dirêjkirin. Ev kes dibe ku bireve derveyî welat.”

‘DEMA TÊN DADGEHÊ DEREKE WAN DIÊŞE’

Anter diyar kir ku wan dixwest serokwezîra wê demê Tansû Çîller û hevserê wê Ozer Ûçûran jî werin darizandin û di rûniştina çend roj berê de serokê dadgehê gotiye “Çonga wê diêşe” û Anter got, “Her roj di protokolan de ne, dema tên dadgehê dereke wan diêşe?”

‘DOZA MÛSA ANTER DOZEKE WISA YE KU PERGALA EDALETÊ DIDARIZÎNE’

Anter bal kişand ser vî tiştî ku doza Mûsa Anter dozeke siyasî ye û got, “Di doza Mûsa Anter de di heman demê de pergala edaletê ya Tirkiyeyê jî tê darizandin. Ji ber vê jî ev doz girîng e. Bi encambûna vê dozê re wê gelek bûyer jî ronî bibin.”

“MÎROGLÛ Û KIZILKAYA DEREWAN DIKIN’

Anter têkildarî helwesta Orhan Mîroglû û Mûhsîn Kizilkaya jî got ku, “Êdî ez wan cîddî nagirim. Helwesta wan a li dadgehê fikra wan derdixe holê. Ya wan ne şahidî ye, ew dijminatiya partiyekê dikin. Têkildarî doza Mûsa Anter tiştek negotine. Ez baweriya xwe bi wan nayînim.

‘WÊ DOZ DI 27’Ê ÎLONÊ DE BIDOME’

Anter diyar kir ku wê doz di 27’ê Îlonê de li Enqereyê bidome û got “Eleqeya me bi kesan tune. Em li heqê xwe digerin. Lê mixabin em edalet û hiqûqê jî nabînin. Ev doz ne bi tenê ji bo me, wê ji bo edaleta Tirkiyeyê jî girîng be. Hêvîdar im kesên li vê dozê dinihêrin, li gorî vêya biryarekê bistînin.”