Cihê sehtkirinê bûye cihê êşkenceyê

Cihê sehtkirinê ya Yenîkopru ya li sêgoşeya Colemêrg-Wan û Geverê bûye cihê êşkenceyê. Bi sedan kes, ku di nav wan de nexweş, jinên ducanî û yixtiyar jî hene bi saetan li cihê sehtkirinê têne sekinandin.

Li sêgoşeya Colemêrg-Wan û Geverê li cihê sehtkirinê Yenîkopruyê her roj di navbeyna gel û leşkeran de rageşiyek rû dide. Gelek caran xwediyên wesayitan ji cihê sehtkirinê bêyî ku destûrê bidin wesayita wan seht bikin derbas dikin. Cihên sehtkirinê yên di navbeyna Wan-Colemêrgê de bûne cihê êşkenceyê. Bi saetan rêwî li van cihan têne sekinan din. Her cihê sehtkirinê bi sedan wesayit li peyv hev rêz dibin.

Rêya Wan-Colemêrgê ya ku 3 saet e, dibe 10 saet. Ji ber van nêzîkatiyê kêfî  jin, zarok, nexweş, yixtiyar bi saetan li ser rêya dibînin û ev jî dibe sedema helwestan. Welatî ji ber rêwîtiya ku li wan dibe êşkence helwestê nîşan didin. Bi sedan wesayit li cihê sehtkirinê bi kornayan helwesta xwe nîşan da, di navbeyna gel û leşkeran de rageşiyê rû dda.

LI COLEMÊRGÊ REWŞA JI REWŞA AWARTE ZÊDETIR TÊ JIYÎN

Li Tirkiyê her çendî Rewşa Awarte bi rengekî fiilî ji holê rabûbe jî di serî de li Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê rewşên ji Rewşa Awarte zêdetir hene. AKP li Kurdidstanê bi rengekî kêfî rêveberiya jidiyayî daniye û bi vê mafê rêwîtî û geştê ya mirovan asteng dike. Mafê geştê ku di hiqûqa gerdûnî û destûra Tirk de heye, bi Rewşa Awarte hatiye astengkriin.

Li cihê sehtkirinê ku dewleta Tirk bi navê ‘tevdîrên ewlehiyê’ daniye çûna mirovan a ji bajarekî ber bi bajarekî dî bûye êşkence. Bi taybetî cihê sehtkirinê yên dema ku mirov ji Wanê derdikeve, hatine danîn, weke Kurubaş, Xweşab, Bableşîn û Başkaleyê, Yenîkopru ya  di navbeyna Wan-Colemêrg û Geverê de û cihê sehtkirinê yê Polîsan Depinê, li ber wan bi sedan wesayit li peye hev rêz dibin. Ji ber nîqaşên li van cihên sehtkirinê carê hin welatî têne destgîrkirin jî.

‘’LI BARA DEWLETÊ SEBRA ME NEMAYE’

Welatiyekî ku rêwitiyan dibe Wan-Colemêrgê, ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe bibêje got, sebra gelê Colemêrgê li bara dewlet^enemaye, gavên kêfî yên ku di yasa û qanûnan de nîn in her roj zêdetir dibin û got, ‘’AKP û dewleta Tirk dijminahiyeke mezin li gelê Colemêrgê dikin. Di her şerî de vê dijminatiya xwe nîşan didin. Rewşa vê ya berbiçav mafê me yê geştê, çûnûhatinê asteng dikin û vê ji bo gelê me dikin êşkence. Li ser rêy aWan-Colemêrgê her roj vê êşkencê li med dikin. Ev rêya êşkenceyê li ti devera cîhanê tine. Bi saetan rêwiyên me radiwestînin. Di nav rêwitiyên me de nexweş hene, jinên cudanî, yixtiyar, bebek hene. Dewleta Tirk mafên mirovan binpê dike. Lê Kurd li ber van kirinan wê ji dewletê re serê xwe netewîne. Ev gavên wan ên faşîst wê bi wan bide windakirin.’’

‘DEWLET TENÊ ZILMÊ LI KURDAN DIKE’

Rêwiyekî 70 salî jî got, ‘’Ev zilmê li Kurdan dikin. Ti dewlet heta niha bi zilmê nemaye. Ev jî bi zilma ser me dawiya xwe tînin. Rêya Wan-Colemêrgê 3 saet e, lê ev 8 saet in em li Yenîkopruyê têne sekinandin. Ez yixtiyar im lê li gel vê jî zilmê dikin. Rojekê helbet wê hesabê vê were pirsin.’’