Cihê Newroza Êlihê hate guhertin

Cihê pîrozbahiya Newroza Êlihê ya ku wê 21’ê Adarê were pîroz kirin hate guhertin û wê li Qada Newrozê were pîroz kirin.

Pîrozbahiya ku hatibûn gotin wê li pêşiya Stadyûma 16’ê Mayısê were pîroz kirin, cihê wê hate guhertin û wê li Qada Newrozê were pîroz kirin. Ji bo pîrozbahiyê ji Walîtiya Êlihê destûr jî hate stendin. Wê parlementerê HDP’ê yê Amedê Nimetullah Erdoğmuş, Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, hunermendên wekî Koma Rosîda, Azad Bedran, solîstî Agirê Jiyanê Merwan Tan jî beşdar bibin. Pîrozbahî wê di navbera saet 12.00 û 17.00’an de be.

BANGEWAZÎ JI BO BEŞDARBÛNÊ

Hevseroka HDP’ê ya bajêr Fatma Kapalıgöz diyar kir ku, em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin û got ku, “Li ser esasê referandûma 16’ê Nîsanê em ê bi coş pîroz bikin. Gelek sedemên me jinan hene ku em bibêjin ‘NA’. Bi taybetî em hemû jinan bi cilên neteweyî û tilîlîyan vedixwînin Qada Newrozê.”