Cih û warê sivîlan hate bombekirin: Vaye dîmenên wê
Balafirên şer ên artêşa Tirk, danê vê sibehê saet di 10:15'an de bombe li erdê gundiyan û derdora gundên Qendîlê barandin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk, danê vê sibehê saet di 10:15'an de bombe li erdê gundiyan û derdora gundên Qendîlê barandin.
Ji vî dîmenê gihîşte ajansa me jî tê fêhmkirin, balafirên şer ên Tirk bombe li cih û warê sivîlan barandine.
Armanc ji vê yekê çi ye?
Tê zanîn, dewleta Tirk dixwaze siyaseta xwe ya qirêj a li Kurdistanê dimeşîne û operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Kurdan bi ser bixîne. Hin kes û hêzan îdîa dikirin, ku AKP û Erdogan wê polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan biguherîne. Lê belê ji van êrîşên bi balafirên şer jî tê fêhmkirin, ku îdîayên wan hêzan bêbingeh in û AKP-Erdogan bi biryar in ku siyaseta xwe ya qirêj a li dijî Kurdan bimeşîne.
Hikumeta AKP'ê, ku bi operasyonên xwe yên zivistanê li bakur û başûrê Kurdistanê propaganda dikir ku ew ê PKK'ê biqedîne, bi biharê re di çalakiyên gerîla de derbên mezin xwar. Ji bo tola van derbên lê ketine hilîne êrîşî cih û warê sivîlan dike. Ev jî bêçaretiya dewleta Tirk radixe pêş çavan.
Lê belê, dewleta Tirk ji bo vê qelsî û bêçaretiya xwe veşêre, êrîşên xwe yên li dijî sivîlan ji raya giştî vedişêre. Ev dîmenên derketin holê, vê rastiyê bi rengekî vekirî nîşan dide.