Cezayê girtîgehê dan Denîz Nakî yê Amedsporî

Werzîşvanê Amedsporê Denîz Nakî ji doza ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî lê hatibû vekirin, berê beraat kiribû lê vê carê salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê dan wî.

Werzîşvanê Klûba Xebatên Sportîf ê Amedsporê Denîz Nakî, ji bo ku balê bibe ser rûdanên ku bajarên ku qedexeya derketina derve lê heye, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî hin tişt par ve kiribû û dadgeha herêmî bi îddîaya ku “Propagandaya rêxistinê kiriye” heta 5 salan cezayê girtîgehê jê re xwestibû û piştî ku biryara beraatê hatibû betal kirin jî darizandinê îro dîsa dewam kir. Di danişîna Dadgeha Cezayên Giran a 4’emîn a Amedê de hate li dar xistin, Denîz Nakî tevî parêzerên xwe beşdar bû.

Danişînê bi îlama (îstînaf) betalkirina Daîreya Cezayê Giran a 3’emîn a Dadgeha Adliyeyê ya Herêmî ya Dîlokê dest pê kir û Nakî li vê derê xwe parast. Nakî diyar kir ku parastina xwe ya berê dubare dikim û beraata xwe xwest.

Piştî Nakî jî parêzerê wî Soran Haldî Mizrak jî got ku, betalkirina îlama îstînafê ya ku ji 2 rêzikan pêk tê û xwe naspêre tu hincetan em qebûl nakin. Mizrak got ku, parvekirinên li ser medyaya civakî wekî “Propagandaya rêxistinê” hatiye sûcdar kirin û got ku muwekîlê min peyama aştî û biratiyê daye, xwestiye ku şer bisekine û aştî were. Mizrak got heke di binê parvekirinan de şîddet hebe divê lêpirsîn li xwediyên şîroveyan werin vekirin.

SALEK Û 6 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ

Piştî parastinên parêzeran li gotina dawîn a Nakî pirsîn. Nakî jî beraata xwe xwest. Piştî navbereke kurt heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û salek û 6 meh û 22 roj ceza dan Nakî. Lê dadgehê ev ceza taloq kir. Nakî heta 5 salan sûcekî wekî vêya neke, wê cezayê wî betal bibe.