Cezayê dîsîplînê dan Leyla Guven

Rêveberiya Girtîgehê der barê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de dest bi lêpirsîna dîsîplînê kir û mehek cezayê dîsîplînê lê birî.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 14 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye. Piştî ku Guven dest bi çalakiyê kir, Midûriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku lê dîlgirtî ye, der heqê wê de dest bi lêpirsîna dîsîplînê kiribû.

Di çarçoveya lêpirsînê de ji Guven hate xwestin ku parastina xwe bike. Guven jî bi bîr xist ku Ocalan ê hewl dide pirsgirêka herî giran a welêt pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike, demeke dirêj e tecrîdkirî ye.

Guven diyar kir, ev yek dibe sedem ku şer giran bibe, şert û mercên jiyana hevpar a gelan qels bibin û got, "Ez parlamenterek im ku ji aliyê gel ve hatime hilbijartin. Ji bo tevkariyê li aştiya civakî bikim û bi berpirsyariya xwe rabim, ji bo şikandina tecrîdkirina Birêz Ocalan û şertên ji bo qedandina şer bên afirandin, divê karibe malbata xwe ya jî parêzerên xwe bibîne. Ez wekîleke gel im û ji bo van xusûsên ku min qalê kir, bi îradeya xwe ya azad min dest bi greva birçîbûnê kir. Bi dîtina min ev yek wezîfeyeke însanî û exlaqî ye. Her wiha dixwazim bêjim ku ev çalakiya min zerarê nagihîne îdareya girtîgehê ya jî raya giştî û ne sûc e."

CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ LÊ HATE BIRÎN

Midûriyeta Girtîgehê jî bi îdîaya "bi rêya greva birçîbûnê asayîş û ewlehiya saziyê dixe rewşeke lawaz" ceza li Guven birî ku ji mehekê heta 3 mehan nikaribe tevlî hin aktîvîteyan bibe. Lê belê ji ber ku cezayekî din ê bi heman rengî li Guven hatiye birîn heye, vê carê cezayê "Mehekê ji karê ku bi berdêla muçeyê lê tê xebitandin, bêpar were hiştin."