Cezaya li Leyla Guven hatî birîn hat şermezarkirin

Li gelek navendan cezaya ku li Hevseroka KCD’ê hate birîn hat protestokirin û peyama mezinkirina berxwedanê hat dayin.

Rûniştina biryarê ya doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber îfadeya "Birêz Ocalan" jê dihat darizandin duh li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Dadgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 5 sal cezayê girtîgehê li Leyla Guven birî.

Derbarê cezayê li Leylayê hat birîn de li Wan, Colemêrg, Gever û Şirnexê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin.

Wan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniya çapemeniyê cezayê li Leylayê hatiye birîn şermezar kir. Parlamenter Murat Sarisaç, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulderen Varli û Çetin Uyar, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê û gelek kes beşdarî daxuyaniya li avahiya HDP'ê hat dayin, bûn.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera HDP'ê ya Wanê Nurcan Kayar ve hat xwendin.

Nurcanê da zanîn ku kesên fikrên xwe dibêjin tên darizandin û wiha got:"Li vî welatî fikrê azad di bin gefa faşîzma AKP-MHP'ê de ye. Li vî welatî ji ber mirov fikrên xwe dibêjin tên girtin û binçavkirin. Dadgeh veguheriye alava çewisandina muxalefeta civakî. Di şexsê Leyla Guven de li tevahî muxalifan bêhiqûqî hatiye kirin. Daraz di mista îktidarê de ye û pêkanînên kêfî diqewimin. Lê belê em ê hesab bipirsin."

Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç got:"Cezayê li Leyla Guven hatiye birîn li aştî, demokrasî û têkoşîna jinê hatiye kirin. Leyla Guven rûmeta me ye. Em bi têkoşîna bi rûmet a me ji Leyla Guven girtiye em dibêjin berxwedan jiyan e."

Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.

Colemêrg

Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP'ê yên navçe û bajaran û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniya ji aliyê Rêveberê HDP'ê ya Colemêrgê Kadir Şahin ve hat xwedin de wiha hat gotin:"Biryara di derbarê Leyla Guven de hat dayin biryara dijminatiyê ye. Tu aliyê hiqûqî yê biryarê tune ye. Ev biryar ne tenê li dijî Leyla û KCD'ê de ye ev biryar li dijî hemû kurdan e. Ne Leyla Guven ne jî em dev ji têkoşîna xwe bernadin.

Daxuyanî bi dirûşma "Leyla Guven rûmeta me ye" bi dawî bû.

Gever

Daxuyaniya din jî li Geverê ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Geverê hat dayin. Parlamenterê HDP'ê Saît Dede, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP'ê û gelek kes beşdar bûn. Hevseroka HDP'ê ya Geverê Şilan Aslan wiha got:"Bila îktidar baş bizanibe ku bi cezayên bi vî rengî nikare Leyla û me ji têkoşîna me biqerînin. Leyla Guven ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û îradeya rewa ya vî gelî ye. Ew ê têkoşîna me bidome."

 Şirnex

 Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê  der barê cezayê ku li Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê  hatiye birîn de, li ber avahiya xwe daxuyanî da. Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê û aktîvîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sebahattin Denîz ve hat xwendin.

Sabahattîn, diyar kir ku îqtîdar di ser darazê re tolê jî siyaseta demokratîk distîne û wiha got: Hevala me Leyla Guven a ku berê 22 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, vê carê jî bi cezayê ku hat birîn re ev ceza derket 27 sal cezayê girtîgehê. Em vê biryara neqanûnî û ne rewa  nas nakin."

Sabahattîn, dazanîn ku dewlet her ku diçe hêza xwe wenda  dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêza ku ji gelê xwe û mafdariya xwe digirin ber bi siberojê ve dimeşin û tu kes nikare me ji vê rêyê dûr bixe. Hikûmeta ku her roj êrîşî me dike serdema herî qels a dîroka xwe dijî. Em bi rastiya hêzeke ku her ku diçe êrîşkartir dibe û her ku êrîş dike qels dibe re rû bi rû ne."

Daxuyanî, bi dirûşmên "Berxwedan jiyane" bi dawî bû.