NÛ BÛ II

Çeteyên PDK'ê gule li gel reşandin

Bi hezaran welatiyên ji Rojava û Şengalê, ku ber bi kozikên çeteyên PDK'ê ve meşiyan, bûn hedefa êrîşa çeteyan. Çeteyên PDK'ê gule li gel reşandin.

Bi hezaran kesên ku ji ber avahiya PADÊ’ê bi karwanekî ku ji 100 wesayîtî ber bi kozikên çeteyên PDK’ê ve ketin rê, li pêşiya Xanesorê dest bi meşê kirin.

Girseya ku ji benda dawî ya şervanên YBŞ’ê derbas bû, pankartên bi nivîsa, "Li ser soza şehîdan wê têk biçe îxanet", "Xweseriya Şengalê rê nade çeteyên Barzanî û Erdogan" vekir. 

Girseyê her wiha dirûşmeyên, "Bimire îxanet", "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî berxwedana Rojava", “Yek e yek, gelê me yek e", "Yek e yek e Êzidxan yek e", "Êzidxan yek e yek e hol hola Tawusê Melek e" berz kir.

Bi hezar kes dema gihîşt noqteya komên çeteyan, ji aliyê van koman ve hatin rawestandin. Çeteyan bi wesayîtên zirxî rê girt û nehiştin gel derbas bibe. Piştî demekê jî bi ser gel de gule barandin û bi ava şidayî êrîş kirin. 

Ji ber êrîşê gelek kes birîndar bûn.

Girseya gel jî li hemberî êrîşî dirûşme berz kirin û nerazîbûn nîşan da. Aloziya li herêmê didome.