Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê dikin
Çeteyên DAIŞ'ê, êrîşî gundên Skînê û Hayalê yên Şengalê dikin, ku ev her du gund ji aliyê YBŞ/YJŞ'ê ve di pêngava 'Hilanîna Tola Jinên Êzidî' de hatibûn rizgarkirn. Şervanên YBŞ/YJŞ'ê jî bersiveke tund dan êrîşê.

Çeteyên DAIŞ'ê saet di 00:00 de ji gundê Tewra, ku bi 8 kîlometreyan dûrî gundên Skînê û Hayalê ne, bi çekên giran, wesayîtên zirxî û bombebarkirî êrîşî gundên Skînê û Hayalê dikin.
Şervanên YBŞ û YJŞ'ê jî di cih de bersiveke tund dan êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û şer derket.
Şerê dijwar ê li vê derê hê jî dewam dike.