Cerdevanên ku bi kuştina Fendîk êşiyan, çeka dewleta Tirk danîn
4 cerdevanên ku nerazîbûn nîşanî kuştina Necmettîn Fendîk dan, îstifa kirin û çeka dewleta Tirk danîn.
4 cerdevanên ku nerazîbûn nîşanî kuştina Necmettîn Fendîk dan, îstifa kirin û çeka dewleta Tirk danîn.
Bandora bûyera Fendîk didome, ku ji aliyê polîsên Tirk ve li mala xwe li pêş çavên zarokên xwe hate kuştin. 4 cerdevanên li herêma Oremarê ya Colemêrgê, nerazîbûn nîşanî kuştina Fendîk dan û çeka dewleta Tirk danîn. L.S., N.Ş., A.A. û cerdevanekî ku navê wî nehat zanîn, daxwaznameya xwe ya îstifayê pêşkêşî Qereqola Sînor a Oremarê kirin û çeka dewleta Tirk danîn.
Çavkaniyên herêmî dibêjin, îstifaya cerdevanan wê dewam bike.