Çeperên leşkerî yên li Girê Elîşêr hatin xistin
Girê Elîşêr, ku bi çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk nav da, vê carê bi derba mezina leşkerên Tirk ji gerîla xwar, hat bihîstin.
Girê Elîşêr, ku bi çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk nav da, vê carê bi derba mezina leşkerên Tirk ji gerîla xwar, hat bihîstin.
Dem, 30'ê Cotmeha 2016'an bû. Avaşîn mîna her carê, bi gerîla re diherikî. Dengê çalakiyê li Girê Elîşêr her bilind dibû. Li çiyayên Kurdistanê ev çalakî ne ya destpêkê ne jî ya dawî bû.
Girê Elîşêr ku di sala 2016'an û berî wê de bi çalakiyên gerîla û êrîşên giran ên hewayî yên artêşa Tirk nav da, vê carê bi derba giran a leşkerên Tirk ji gerîla xwarin, deng vedida. Yek ji gerîlayên tevlî vê çalakiyê bû Simko Serhildan li ser çalakiya li Girê Elîşêr agahiyên balkêş da ajansa me.
'BILA ÇAY NECEMIDE HEVAL, EM TÊN'
Gerîla Simko Serhildan dibêje, ku bi xeyala di koma êrîşê de cih bigire, rêya ji 2 saetan di demeke kurt de meşiya ye û li ser dema beriya çalakiyê ev agahî da: "Dema em çûn qada plankirina çalakiyê, gelekî bi coş û kêfxweş bûn. Me çawa xwe gihand qadê, dest bi plansaziyê kir. Moral, motîvasyon di asta bilind de bû. Ev çalakiya me wê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, li dijî polîtîkayên komkujiyê yên li hemberî gelê me tên meşandin û ji bo hilanîna tola hemû hevrêyên me yên şehîd bihata lidarxistin."
Simko Serhildan anî ziman, ku govenda beriya çalakiyê ji bo wan kevneşopiyek e û got, "Piştî plansaziya me ya çalakiyê, li ber tilîliyan me govend gerand, ji hev re serketin xwest û gotin, 'heval bila çay necemide, em ê bên'. Û bi çar koman em bi rê ketin."
Serhildan diyar kir, ji ber şert û mercên hewayê ew 3 rojan li cihekî nêzî dijmin bi cih bûn û qala amadekariya çalakiyê kir: "Êdî her tişt amade bû. Ti astengî nema bû. Li gorî plansaziyê, komek li cihê diviyabû lê bûya, bû. Koma me jî, dema bi koma duyemîn re nêzî hev bû, moral di asta herî bilind de bû. Êdî dem hatibû. Ji bo em li cihê xwe bi cih bibin, em bi rê ketin. Em komek ji 6 kesan bûn. Cih ji hevalên çekên BKC û B-7 bi kar tînin, hat amadekirin. Tevî çar hevalan me cihê xwe girtin û gotin, ku em amade ne."
'GUHÊN ME LI CÎHAZÊ, TILIYÊN ME JÎ LI SER TETÎKÊ BÛN'
Gerîla Simko Serhildan anî ziman, ku amadekariyên wan ên ji bo çalakiyê qediya bûn û ew tenê li benda fermana 'lê bidin' a bi rêya cîhazê bê dayîn bûn. Serhildan qala kêliya çalakiyê kir: "Guhên me li cîhazê, tiliyên me li ser tetîkê bûn. Û çalakiyê dest pê kir. Hevalê li kêleka min pîmê bombeya destan kişand û avêt çepera dijmin a li pêşiya me. Tam ket hundirê çeperê. Piştî teqînê, çend caran dengê çekê ji çeperê hat. Me piştre bi kleşên xwe êrîşî çeperê kirin. Beriya êrîşê 9 leşker li vê çeperê hebûn. Dema ku em ketin hundir me dîtin ku 2 leşker mirin e, yên mayî jî çeka xwe avêtine û reviyane. Bombeyên me tesîr li çekên leşkeran jî kiribûn. Derb li bombeavêj, BKC, 2 termal û çekên ferdî ketibû. Ji ser leşkerekî payebilind debance û eşyayên leşkerî hatin rakirin."
'ÇEPER YEK BI YEK HATIN RÛXANDIN'
Simko Serhildan li ser çalakiya gerîla ev agahî da: "Li kêleka me çepereke din hebû. Ji vê çeperê ti deng nedihat. Ji me hebû ku çeper vala ye, lê hevalekî tevî her tiştî jî xwest ewle be û bombeyeke destan avêt nava çeperê. Dema ku bombe teqiya dengê qareqara leşkeran jê hat. Bombeyeke din a destan hat avêtin û bi çekê gule hat reşandin. Çepereke din hat rûxandin. Li vê çeperê 5 leşker miribûn, 2 leşker jî piştî ku ji çeperê reviyan bi çend metreyan li pêş miribûn. Komên din jî li cihê lê bûn, lê didan. Ji ber ku dijmin texmîn nedikir tiştekî bi vî rengî bi serî de bê, ketibû nava şoqê. Di nava qareqar, toz û dûmanê de bûn. Hemû koman berê xwe dan çepera alê."
'ÇEPERA ALÊ HAT XISTIN'
Gerîla Simko Serhildan destnîşan kir, ku ji destpêka çalakiyê ve çar komên gerîla bi lêdana derbên xurt bi pêş ve çûn, hedefa wan çepera alê bû û wiha dewam kir: "Ji çar aliyan ve me lê didan. Bi roketan me li çeperan dixistin û her gavê nêztir dibûn. Di heman demê de ji parastina me jî bi çekên giran lê dihat xistin. Leşkeran nikarîbûn xwe bilivînin. Komeke me ya din berê xwe da çepera alê û li vir li dijî leşkerên Tirk şer kir. Em hinekî li paş bûn. Piştre ji çar aliyan ve bi lêdana derbên xurt, em gihîştin çeperê. Û çepera alê hat rûxandin."
'BALAFIRÊN TIRK LI LEŞKERÊN XWE JÎ XISTIN'
Gerîla Serhildan da xuyakirin, ku piştî xistina çepera alê, koordînasyona çalakiyê anonsa vekişînê li wan kir û got, "Piştî çalakiyên bi vî rengî balafirên şer ên Tirk, bombeyan li herêmê dibarîne. Gelek caran bombeyan li ser cenazeyên leşkeran an jî leşkerên sax dibarîne. Ev yek gelek caran hat kirin. Koordîneya çalakiyê ji me xwest, ku em xwe vekişînin. Welê jî bû."
Gerîla Simko Serhildan destnîşan kir, ku her tişt mîna plana wan pêk hat, ew bi rengekî serketî jî vekişiyan û xwe gihandin cihên ewle.
'GOTINÊN; LEŞKERÊN ME YÊN QEHREMAN, NE RAST IN'
Li ser rewşa çeperên di dema çalakiyê de hatin xistin nêzîkatiya li leşkerên dewleta Tirk jî Simko Serhildan got, "Tevî îmkan û derfetên leşkerên Tirk jî, çeperên wan gelekî gemarî bûn. Ji ber wê bêhna genî ya ji çeperan dihat, nikarîbûm biketima hundir. Qaşo dibêjin 'dewleta Tirk bersivê dide hemû pêdiviyên leşkerên xwe'. Ev hemû derew in. Ew rewş û bêhna jê dihat, hemû rastî radixist pêş çavan. Ji bo pesnê xwe bidin yan jî dijmin biçûk bixînin, nabêjin leşker ji şer direve û ditirse. Rastiya li wê derê ev e. Hejmara çek û kaskên li çeperan hatin hiştin, ev rastî radixist pêş çavan. Ji ber vê yekê gotina 'leşkerên me yên qehreman' di şer de rastiyê rave nake. Hêza artêşa Tirk a şer bike nîne. Bila gelê me bi vê rastiyê zanibe."
Gerîla Simko Serhildan da xuyakirin, ku di vê çaakiya wan de bi giştî 36 leşkerên Tirk hatin kuştin û got, "Heta ku ev polîtîkayên komkujî û qirkirinê bidome, em ê her tim şer bikin û li cem gelên xwe yên bindest bin. Li van çiyayan, wê artêşa Tirk li qereqol û kalekolên xwe jî nikaribe rojekê bi dilrehetî razên."
'GERÎLAYÊN KU ÇEPERA ALÊ XISTIN, ŞEHÎD BÛN'
Di çalakiya Elîşêr de çar gerîlayên li çepera alê bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Gerîla Simko Serhildan qala wê kêliyê kir: "Her çar heval jî li baskê pêş cih digirtin. Hevalên Ronî û Pêşeng ew heval bûn, ku çeperên herî pêş xistin. Ev baskê bi fermandariya hevalê Pêşeng, heta çepera alê bi pêş ve çû. Di cîhazê de min dengê hevalê Pêşeng dibihîst û hingî pêşveçûna xwe vedigot. Digot ku 3 çeper hatine xistin û gelek cenazeyên leşkeran û çek hene. Hevalê Pêşeng hinekî din bi pêş ve diçe û di çepera dawî de şehîd dibe. Hevalê Ronî jî li wir birîndar dibe û şehîd dibe." Gerîla Serhildan anî ziman, ku hevalên wan Nûman û Zerîn jî di wî şerî de bi lehengî li ber xwe didin û şehîd dibin.