Cenazeyên şehîd Kardagi û Bayindir hatin veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yûnûs Kardagi li Kopê, cenazeyê Mûstafa Bayindir jî li Êlihê hatin veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mûstafa Bayindir ku li herêma Gabar a Şirnexê di 9'ê Çileyê de di şer de şehîd bû, li gundê Girbereşk ê Êlihê hate veşartin. Malbatê cenaze ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirt û anî Êlihê.

Leşkerên Tirk dor li goristana gundê Girbereşkê girtin û ji bilî malbatê nehiştin kes tevlî merasîma veşartina cenaze bibin. Cenazeyê Bayindir ji aliyê malbatê ve hate veşartin.

Girseya gel jî li ber goristanê dirûşma "Şehîd namirin" qîriya û astengiya leşkerên Tirk şermezar kir.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yûnûs Kardagi ku li qada Omerya ya Mêrdînê di 7'ê Îlona 2022'an de di şer de şehîd bû, ji aliyê malbata wî ve li navçeya Kopê ya Mûşê hate veşartin.

Polîsên Tirk nehiştin ku kes tevlî merasîmê bibe. Malbata Kardagi serdanên sersaxiyê li Kopê qebûl dike.