Cenazeyên El-Ûmerî û Caden hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanên azadiyê Basil El-Ûmerî û Serbilind Cedan li goristanên Şehîd Refîq û Şehîd Seydo, hatin veşartin.
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanên azadiyê Basil El-Ûmerî û Serbilind Cedan li goristanên Şehîd Refîq û Şehîd Seydo, hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn kom bûn, cenazeyê şervanê Hêzên Eşîreyan Basil El-Ûmerî û şervanê YPG′ê Serbilind Cedan wergirtin û bi du karwanan ber bi Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra ya li navçeya Cendirêsê û Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê li navçeya Şera ve, ketin rê.
Li goristanê merasîma oxirkirina şervanê YPG′ê Serbilind Cedan bi merasîmeke leşkerî ya ji aliyê YPG/YPJ′ê ve destpê kir. Piştre Serokê Desteya Parastinê ya Kantonê Ebdo Îbrahîm sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û got ku Serbilind ji hevalên xwe re çavkaniya hêz û moralê bû û ji bo avakirina civakeke azad û exlaqî têkoşiya.
Her wiha Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Cindirêsê Asya Ebdo axivî û anî ziman ku bi hezaran şervanên azadiyê ji bo parastina axa welat, ruhê xwe feda kirin.
Bavê têkoşer, Îbrahîm Cedan jî soza şopandina rêya kurê xwe da.
Di dawiya merasîmê de nasnameya Cedan hate xwedin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê Serbilind Efrîn bi dirûşim û tilîyan ve hate definkirin.
Li Goristana Şehîd Refîq jî ji bo şervanê Hêzên Eşîreyan Basîl El- Ûmerî merasîmek hate lidarxistin. Piştre Fermandarê Hêzên Eşîreyan Şêx Îbrahîm û Endamê Melîca Malbatên Şehîdan Nadiya Ceber, axivîn û bang li hemû gelên ku zilm li ser destê komên çete dîtine kirin ku herêmên xwe biparêzin.
Piştre nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê El-Ûmerî li goristanê hat veşartin.