Cenazeyên du şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên şervanê YPG'ê Îbrahîm Mûsa (Gabarê Serêkaniyê) û Leşkerê Hêza Xweparastinê Beşar Cerbiy hatin veşartin.
Cenazeyên şervanê YPG'ê Îbrahîm Mûsa (Gabarê Serêkaniyê) û Leşkerê Hêza Xweparastinê Beşar Cerbiy hatin veşartin.
Cenazeyên şervanê YPG'ê Îbrahîm Mûsa (Gabarê Serêkaniyê), ku roja 18'ê Gulanê di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû û Leşkerê Erka Xweparastinê Beşar Cerbiya, li Şehîdgeha Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê bi merasîmekê hatin veşartin.
Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ji aliyê YPG'ê û hêzên Erka Xweparastinê destpê kir. Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Elî Xelî axivî. Xelî di serî de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku şehîdan yekîtiya gelê herêmê bi hêz kirine.
Di dewama merasîmê de li ser navê YPG'ê Metîn Polat axivî û da zanîn ku ciwanên ji hemû pêkhateyan di qada şer de canê xwe didin û herêmê ji çeteyan rizgar dikin. Polat soz da ku ew ê li ser şopa cangoriyan bin.
Di merasîmê de li ser navê malbata şehîd Gabar Serêkaniyê mamê wî Xalid Porê axivî û got ku Şehîd Gabar şehîdê hemû gelê herêmê ye û soza şopandina rêya cangoriyan da.
Di dawiya merasîmê de girseya gel canazeyên her du şervanan li ber dirûşman veşart.