Cenazeyên 3 gerîlayên li Bagokê şehîd bûn hatin veşartin

Ji 3 gerîlayên çend roj berê li Bagokê di şer de şehîd bûn, cenazeyên 2 gerîlayan li Qoserê, cenazeyê gerîlayekî jî li Nisêbînê hatin veşartin.

Artêşa Tirk di 8'ê Gulanê de li bejahiya gundê Badibê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li çiyayê Bagokê dest bi operasyonekê kir. Ji gerîlayên HPG'ê yên di vê operasyonê de şehîd bûn, cenazeyên 3 ji wan ji aliyê malbatan ve hate teşhîskirin.

Eşkere bû ku yek ji wan Ramazan Aslan (Bager) ê ji Nisêbînê ye û Bayram Kûzû (Bager Qoser) û Mazlûm Kizil ên ji Qoserê ne. Malbatên şehîdan hatin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û ji bo cenazeyan werbigirin ketin nava hewldanan.

Danê êvarê cenaze dan malbatan û ji ber ku wesayita cenaze nedan, malbat neçar man ku ambûlanseke taybet kirê bikin. Cenazeyê Ramazan Aslan li Goristana Mohris a Nisêbînê hate veşartin. Di dema veşartina cenaze de polîsan dor li goristanê girtin û nehiştin ku ji bilî malbatê kes li merasîmê amade be.

Malbatê xwest ku cenaze li Goristana Hecace veşêre, lê polîsan nehiştin. Li ser vê yekê malbatê cenaze li Goristana Mohrisê veşart. Polîsan her wiha destûr neda ku malbat cenaze bişo û nimêjê li ser cenaze bike. Bi amadebûna tenê 4 kesên ji malbatê merasîm hate lidarxistin û cenaze hate veşartin.

Cenazeyê Bayram Kûzû jî ku birin Qoserê, malbatê xwest ku li Goristana Malbatê ya Kûzûlar Kume Evlerî veşêre. Lê belê heman astengî danîn pêşiya wan û bi hinceta 'pîvanên şewbê' destûr nedan ku nimêj li mizgeftê bê kirin.

Her wiha destûr nedan ku cenaze bê şuştin û malbat neçar ma ku ji ber astengiyan cenaze yekser veşêre. Cenazeyê Mazlûm Kizil jî birin gundê Girêbîr/Dubîrka, lê heman astengî li vî gundî jî rû da. Malbatê ji neçarî cenazeyê Kizil yekser spart axê.