Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê li Tirbespiyê hatin veşartin
Li bajarê Tirbespiyê bi merasîmekê cenazeyên 2 şervanên YPG'ê li Goristana Şehîd Dilşêr hatin veşartin.
Li bajarê Tirbespiyê bi merasîmekê cenazeyên 2 şervanên YPG'ê li Goristana Şehîd Dilşêr hatin veşartin.
Welatiyên bajarê Tirbespiyê cenazeyên her du şervanên YPG′ê Lewend Tûkel û Bengîn Harsa yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dilşêr bi merasimekê ve hatin veşartin.
Li Goristana Şehîd Dilşêr ji bo cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Ji aliyê Şervanên YPG'ê ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Elî El-Ebawî, Endamê Meclîsa herêma Tirbespiyê Silêman Ereb, Fermandarê YPG′ê Egîd û bi navê malbatên herdu cangoriyan, axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de, girîngiya şoreşa Rojava ji bo avakirina civakeke demokratîk û Sûriyeke Federal, her wiha rizgarkirina gel ji zilma çeteyên DAIŞ′ê, hat vegotin.
Axaftvanan diyarkirin ku şervanên azadiyê axa welat bi xwîna xwe av didin û ji dijminên gelê Sûriyê, rizgar dikin û destkeftiyên şoreşê diparêzin.
Piştre nasnameya her du şervanan hatin xwendin û radestî malabatan hate kirin.
Cenazeyê her du şervanên YPG'ê bi tililî û dirûşmeyan li goristanê hatin veşartin.