Cenazeyê welatparêzê Kurd Erturk hate veşartin
Cenazeyê welatparêzê Kurd Ahmet Erturk li Xelfetiyê hate veşartin.
Cenazeyê welatparêzê Kurd Ahmet Erturk li Xelfetiyê hate veşartin.
Welatparêzê Kurd Ahmet Erturk li bajarê Augsburg ê Elmanyayê li nexweşxaneya ku du hefteyan lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest dabû.
Cenazeyê Erturk şandin Kurdistanê û li balafirgeha Dîlokê ji aliyê malbata wî ve hate pêşwazîkirin. Cenaze bi konvoyekê birin gundê Kunafirk ê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê. Girseya gel li gund cenaze pêşwazî kir û piştî wecîbeyên olî cenaze hate veşartin.