Cenazeyê Viyan Çiya hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Viyan Çiyan a li Xerzanê şehîd bû, li Dîgorê hate veşartin.

Li herêma Xerzayê ya Bedlîsê, roja 28'ê Hezîranê bomberdûman hatibû kirin û piştre şer derketibû. Di şer de gerîlaya YJA Starê Viyan Çiya (Vahîde Çalkendîr) şehîd bûbû. Malbatê ji bo rakirina cenaze roja 16'ê Tîrmehê xwîn dabû ku testa DNA'yê li ser bê kirin.

Piştî 2 mehan encamên testê diyar bû. Malbatê cenazeyê keça xwe doh ji Goristana Bêkesan a Bedlîsê derxist.

Cenaze birin gundê Mahîrbey ê navçeya Dîgor a Qersê û piştî wecîbeyên olî nîvê şevê hate veşartin.