Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Adil Mûrad hate veşartin

Cenazeyê endamê Komîteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad bi merasîmekê hate veşartin.

Endamê Komîteya Navendî ya Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad, roja 18'ê Gulanê li Elmanyayê çûbû ser dilovaniya xwe. Cenazeyê Mûrad danê vê sibehê anîn Silêmanî. Piştî merasîma li Balafirgeha Silêmanî, cenazeyê Adil Mûrad li Girê Selîm Begê hate veşartin.

Xizmên Adil Mûrad, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kûbat Talabanî, Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Konê sersaxiyê wê li Mizgefta Ehmed Hecî Elî ya li Silêmanî roja Înê bê danîn.

BI ERKÊN DÎPLOMATÎK Û SIYASÎ RABÛ

Adil Mûrad sala 11'ê Kanûna 1949'an ji dayik bû. Siyasetmedarek bû ku bi rengekî çalak di damezrandina YNK'ê de cih girt. Demeke dirêj pêşmergetî kir. Bi gelek wezîfeyên siyasî û dîplomatîk rabû. Adil Mûrad piştgiriyeke xurt dida karê 'Yekîtiya Neteweyî' yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK). Mûrad sala 2003'an piştî ku DYA dest li Iraqê werda cihê xwe di nava Komîsyona Destûra Bingehîn a Iraqê de girt ku ev destûr sala 2005'an hate qebûlkirin.