Cenazeyê şervanê YPG’ê Serdar Serêkaniyê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG′ê Serdar Serêkaniyê yê di Pêngava Xezeba Firatê de li gundê Xiznêzê jiyana xwe ji dest dabû hate veşatin.
Cenazeyê şervanê YPG′ê Serdar Serêkaniyê yê di Pêngava Xezeba Firatê de li gundê Xiznêzê jiyana xwe ji dest dabû hate veşatin.
Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê Yekîniyên Parastina Gel (YPG) Xalid Metela (Serdar Serêkaniyê) ê ku 31′ê Çileyê di Pêngava Xezeba Firatê de li gondê Xinêz yê girêdayî bajarê Reqayê şehîd bibû, veşartin.
Şervanên YPG’ê bi deqeyek rêzgirtinê ve merasîmekî leşkerî li dar xistin. Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Ebdulrezaq Ehmed axivî, diyar kir ku şervanên azadiyê canê xwe fedayî axa welatê xwe kirin.
Endama YPG′ê Agirî Jînda jî anî ziman ku ev 6 sal in li dijî dijminên hov şer dikin û wiha got: ″Felsefeya dijminên gelên herêmê tenê serjîkirina mirovan û talankirina mal û milkên wan e.
Her wiha apê şehîd Hemed Ibêd jî axivî, bixêrhatina hemû kesên ku beşdarî merasîmê bûn kir û got ku ew ê rçya şehîdên xwe bişopînin.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û cenazeyê wî di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşman de, hat veşartin.