Cenazeyê şervanê YPGʹê Serdar Serêkaniyê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Serdar Serêkaniyê bi merasîmeke girseyî, ku bi sedan kes li amade bûn, hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Serdar Serêkaniyê bi merasîmeke girseyî, ku bi sedan kes li amade bûn, hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Xalid Metela (Serdar Serêkaniyê), ku roja 31'ê Çileyê di qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de li gundê Xiniz ê Reqayê jiyana xwe ji dest da, îro li Serêkaniyê hat veşartin.
Welatiyan cenaze ji nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê rakirin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir. Di merasîmê de endamê Fermandariya YPGʹê Agirî Jînda axivî û got, "Dijminên mirovahiyê ev çend sal in bi awayekî hovane êrîşî herêmên me dikin. Lê bi saya berxwedan û tekoşîna gel û şervanên me hemû êrîş hatine têkbirin."
Di dawiya merasîmê de welatiyan bi qîrîna dirûşman, cenazeyê şervanê YPG'ê veşartin.