Cenazeyê şervanê YPGʹê Ebdulezîz Emawî hate veşartin
Bi hezaran welatiyên cenazeyê şervanê YPGʹê Ebdulezîz Emawî (Rustem Cûdî) ê di encam kirîza dil de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî spartin axê.
Bi hezaran welatiyên cenazeyê şervanê YPGʹê Ebdulezîz Emawî (Rustem Cûdî) ê di encam kirîza dil de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî spartin axê.
Bi hezaran welatiyên Dirbêsiyê, Serêkaniyê û Zurgan bi armanca wergirtina cenazyeê Şervanê YPGʹê Ebdulezîz Emawî (Rustem Cûdî) li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê kom bûn. Girseya gel ku bê navber dirûşm qîr kirin û wêneyên Şehîd Rustem Cûdî, tekoşerên azadiyê û al û sembolên Rojav vekiribûn piştî wergiritina cenaze, bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê derketin rê.
Di ketina goristanê de gel darbesta şehîd hilda ser milan. Girse bi dirûşmeyan heta goristanê meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin.
Di merasîmê de hevseroka Malbata Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatma Tahîr û Hevserokê Meclîsa TEV-DEM’ê yê Kantona Cizîrê Xelîl Osman jî axivîn. Di axaftina de bal kişandin ser têkoşîna şervanên ji bo azadiya xaka Sûriyeyê. Her wiha diyar kirin ku bi saya şehîdan hemû destkeftiyên îro hatine avakirin.
Herî dawî li ser navê malbatê jî apê şervanê YPG’ê Ebdulezîz Emawî Hesen El-Hmawî jî axivî, diyar kir ku ew bi şehadeta zarokê xwe serbilind in. El Hmawî wiha got: “Em ê soz didin heta dawî em ê şopdarê rêya şehîdan û parastina xaka xwe bikin.”
Di dawiya merasîmê de nasnameya şervan hate xwendin û radesî malbatê hate kirin. Piştre jî cenazeyê şervan li gel dirûşim û tilîliyna hate veşartin.