Cenazeyê şervanê YPG’ê Akîf Bagok veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Akif Bagok li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan, veşartin.
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Akif Bagok li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan, veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo li pêşiya Mala Gel a li taxa Enteriyê kom bûn, cenazeyê şervanê YPG′ê Îlyas Balta (Akif Bagok) ê ku 22′ê Adarê di Pêngava Xezeba Firatê li bajaroka El-Kerame şehîd bibû wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.
Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endama Melcîsa Malbatên Şehîdan Necah Silêman axivî û got bi sedan ciwanên Bakurê Kurdistanê berê xwe dan Rojava û beşdarî şerê li dijî terorê bûn.
Her wiha Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî anî ziman ku serkeftinên Rojava bi saya yekîtiya hemû pêkhateyên herêmê hatin bidestxistin. Berekat wiha got: ″Hêzên QSD′ê li dijî çeteyên DAIŞ′ê bi qehermanî şer dikin û rojane serkeftinên mezin bidest dixin.
Piştî axaftinan, nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbatê hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenaze bi dirûşim û tilîliyan hate veşartin.