Cenazeyê şervanê Erka Xwepastinê Fhan hate veşartin
Bi sedan welatiyên Hesekê û gundên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhekîm Siwêd Fhan ê di Pêngava 3ʹyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da veşatin.
Bi sedan welatiyên Hesekê û gundên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhekîm Siwêd Fhan ê di Pêngava 3ʹyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da veşatin.
Îro bi sedan kesî cenazeyê Şervanê Erka Xweparastinê Ebdulhekîm Siwêd Fhan ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergiritin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristanan Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê derketin rê.
Li ser rêya ketina goristanê girseya gel darbesta cenaze li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Paştre Endama Meclîsa Malabtên Şehîdan Cîhan Mihemed axivî û sersaxî ji malbatê û gel herêmê re xwest.
Cîgorê Serokê Desteya Parstinê Ebdulehed Goriyê axivî û got : ʺQehremanên me ji bo azadiya tevahiya gelê Sûriyeyê cane xwe feda kirine. Şehîd Ebdulhekîm Siwêd Fhan yek ji şehîdên rumetê ne, erka xwe ya parstinê pêk anîn.Em soz didin ku em ê heta dawî şopdarên riya şehîdan bin.ʺ
Di merasîmê de her wiha Endamê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEMʹê Cîhad El-Licî jî axivî û berxwedana şervana silav kir û diyar kir ku îradeya gelê herêmê wê hemû pîlanên dijber û di serî de pîlanên Erdogan jî têk bibin û wiha anî ziman: ʺYekîtî û hevgiritina gelê herêmê bûye hîmekî mezin a berxwedanê.”
Piştî axaftinan nasnameya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhekîm Siwêd Fhan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenaze bi dirûşim û tilîliyan ve hate definkirin.