Cenazeyê şervanê Erka Xweparstinê û Hêzên El-Senadîd hate veşartin

Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê û Girkê Legê cenazeyên şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Amîr Şêxî li Goristan Şehîd Îmaîl û cenazeyê şervanê Hêzên El-Senadîd Sefok Xemîs li Goristana Şehîdan a Til Koçer veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê û gundewarên wê li pêşiya Navenda Heyva Sor a Kurd hatin cem hev, wêneyên têkoşeran hildan, cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Amir Şêxî ku di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da, wergirtin û ber bi goristana Şehîd Îsmaîl ve ketin rê.

Li goristanê, deqeyek rêz hat girtin û Hêzên Xweparastinê merasîmekî leşkerî lidar xistin. Piştre bavê têkoşer Elî Şêxî, Hevsrokê Desteya Kar û Barên Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatma Tahir, cîgirê Hevserokatiya Destya Parastinê Ebdulehed Gewriye, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM′ê ya Kantona Cizîrê Xelîl Osman, axivîn.

Herî dawî cenazeyê Şêxî hate veşatin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku bi saya şehîdan li ser xaka Rojava hemû pêk hate dikarin bijî û Federasyoan Rojava hate avakirin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan welatiyên Girkê Legê, Rimêlan û gundên Aliya û Çilaxa li qada Azadiyê ya bajarê Girkê Legê kom bûn, cenazeyê şervanê Hêzên El-Senadîd Sefok Xemîs ku li bajaroka Holê ji ber teqîna mayînekê şehîd bû wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a bajaroka Til Koçer ve, ketin rê.

Li goristanê li gel deqeyek rêzgirtinê şervanan merasîmekî leşkerî lidar xistin. Piştre Endamê hêzên El-Senadîd Dîb Îwêdan axivî û diyar kir ku îro yek ji sembolên heqremaniyê tê oxirkirin û wiha got: ″Em ê bi berxwendanê  hêzên terorîst têk bibin û welatê xwe azad bikin.″

Hevserokê Federaliya Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm jî axivî û ev peyam da: ″Em ê welatê xwe biparêzin. Cihê hêzê komploger li ser axa me nîne.″

Piştre jî Heverokê Desteya Karê Hundir Kenan Berekat destnîşan kir ku ew hêza xwe ji şehîdên xwe digirin, her wiha anî ziman ku Hêzên El-Senadîd hêzên netewî ne û axa welat li ser bingehê felsefeya neteweya demokratîk, parastin.

Piştre cenazeyê têkoşer li goristanê hat veşartin.