Hevserokê Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mesûr El-Selûm, nûnerên partiyên kurd û saziyên civaka sivîl jî di nav de bi sedan welatiyên bajarên Dêrik û Girkê Legê di merasîma oxirkirina cenazeyê Kawa Amed de amade bûn û li ber nexweşaneya Dêrikê kom bûn.
Girseya gel ku bê navber diruşmeyên dilsoziya bi hêzên parastinê re beriz dikirin, piştî wergiritina cenazeyê şervanê Enternasyonal ê Amerîkî Pawlo Todd (Kawa Amed) ê ku 15ʹê Çileyê di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da, li ber nexweşxaneya Dêrikê hatin cem hev.
Girseya gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên şehîdan, her wiha al û sembol Kurdî vekiribûn bê navber dirûşim qîr kirin.
Piştî wergiritina cenaze girseya gel bi karwanekî wesayîtan ve ber bi Deriyê Sînor ê Sêmalka ve derketin rê. Welatiyên herêmê eleqeyek mezin nîşanî karwanê wesayîtan a cenazeyê tekoşer Kawa Amed dan.
Li Deriyê Sînor ê Sêmalka jî karwanê wesayîtan rawestiya , darbesta şehîd li ser milan heta deriyê sînor hate hilgirtin. Li vir merasîm hate lidarxistin, merasîm bi rêzgiritina leşkerî ve ji aliyê şervanan YPG/YPJʹê ve destpê kir.
Li Deriyê Sînor ê Sêmalka Endamê Fermandariya YPG’ê Nihyeedîn Xêrkî, li ser navê şervanên enternasyonalîst Fermandar Egîd Melahîr, Hevserokê Sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm di merasîma oxirkirinê de axaftin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbatê re hate xwestin û bal kişand ser têkoşîna hevpar a gelan a di Şoreşa Rojava de.
Di dawiya merasîmê de darbesta têkoşerê Enternasyonal Kawa Amed li ser milan hat rakirin da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bê kirin. Li wir jî wê cenaze radestî Sefaretxaneya Amerîka bibe, da ku li welatê xwe Amarîka bê veşartin.