Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Sebrî Efrîn hate veşartin

Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Sebrî Efrîn li Goristan Şehîd Seydo veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a bajêr kom bûn, cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Sebrî Efrîn wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra yê girêdayî navçeya Cindirêsê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Harûn Doz axivî, sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantonê Îbrahîm Xelîl axivî û diyar kir ku bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê, li Rojava ewqas serkeftin hatin bidestxistin.

Her wiha Cîgirê Serokê Desteya Malbatên Şehîdan a Kantonê Xelîl Hisên jî anî ziman ku bi saya xwîna şehîdan, gelê Kurd bû xwedî nasname û pêkhateyên herêmê yekîtiya xwe ava kirin.

Piştî axaftinan, cenazeyê şervanê Cehet El-Ekrad hate definkirin.