Bi sedan welatiyên herêmên Şahbayê cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Ehmed Îbrahîm (Ebû Îbrahîm) ê ku li gundê Um Hoş di berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Nexweşxaneya Avirîn a Kantona Efrînê wergirtin û ber bi gundê Um Hoş ve ketin rê.
Li gund merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên Cebhet El-Ekrad ve hat lidarxistin û nûnerên Saziyên Sivîl ên herêmên Şehbayê jî tevlî merasîmê bên.
Piştre Fermandarê Cebhet El-Ekrad Xalid Ebdo, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Hesen, Hevseroka Meclîsa gundê Um Hoş Werde Şêxo, Hevserokê Meclîsa Rêveberiya herêmên Şahbayê Îsmaîl Mûsa, Berdevkê Fermî yê Lîwa Şemal Dîmokratî Xalid Zêno û Endamê Desteya Rûspiyên herêmên Şehbayê Zuhêr Kelî, axivîn. Axaftvanan sersaxî ji malbat, zarok û hevjîna têkoşer re xwestin û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê dan.
Piştre wacibên olî û axaftinan cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Ehmde Îbrahîm (Ebû Îbrahîm) hat veşartin.