Cenazeyê şervanan bi merasîman hatin veşartin
Welatiyên Minbic, Girê Spî û Dibesiyê cenazeyê 3 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn bi merasîman veşartin.
Welatiyên Minbic, Girê Spî û Dibesiyê cenazeyê 3 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn bi merasîman veşartin.
MINBIC
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îzedîn Umer Wês (Xebat Tirkmen) ê ku li gundê Iwêslî yê rojavayê Minbicê jiyana xwe ji dest dabû, ji nexweşxaneya Firatê ya bajêr wergirtin û ber bi goristana Şehîdên Minbicê ve, ketin rê.
Li gorîstanê merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Xelef Ibrahîm û Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced axivîn. Axaftvanan sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwestin û diyar kirin ku tekoşer Xebat di çeperên şer de li hemberi dagirkeriya dewleta Tirk li ber xweda û canê xwe fedayî axa welat kir.
Piştre jî, nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin
GIRÊ SPÎ
Bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî , cenazeyê têkoşer Hesen Elo (Ebû El-Foz) ê ku di Pêngava 3. a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Nexweşxaneya Wetenî ya bajêr wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tumê ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de, şêniyên bajaroka Eyn Îsa, bajaroka Hîşê û bajaroka Silûkê, amade bûn. Merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah, Endama Rêveberiya Konfreya Star Dalya Xelîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Her wiha Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê ya bajaroka Hîşê Şêx Mûs axivî û got ku di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de, ciwanên ji hemû pêkhateyan şehîd bûne.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyên têkoşer li goristanê hat oxirkirin.
DIRBESIYÊ
welatiyên bajarên Dirbêsiyê û Serêkaniyê cenazeyê Med Rojava ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûye, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî bi merasîmekê veşartin.
Li goristanê merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Kawa Rêber axivî û got ku ew ê bi domandina têkoşîn û berxwedanê, tola şehîdên xwe hildin û axa welat ji terorê rizgar bikin.
Hevserokê Meclîsa TEV-DEM′ê ya Kantona Cizîrê Xelîl Osman jî axivî û wiha got; "Cangoriyên azadiyê rêya azadiya gelan ronî kirin û axa welat rizgar kirin."
Her wiha ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan û malbata şehîd Med Rojava ve jî, axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.
Piştî axaftinan, nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî mablata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê bi tilîlî û dirûşmeyan hat veşartin.