Cenazeyê Şerîf Şiyar hate veşartin.
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê YPG’ê Şerîf Şiyar li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê YPG’ê Şerîf Şiyar li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajêr kom bûn, cenazeyê şervanên YPG’ê Îmad Mesûd Îbrahîm (Şerîf Şiyar) ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.
Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxisin. Piştre Fermandara YPG/YPJ′ê Mihabad Koçer axivî, sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û got ku hêzên wan rûberên fireh ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirine. Mihabad wiha got: ″Hêzên me bajarê Reqayê dorpêç kirine û azadî nêze.″
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Hesen anî ziman ku şervanên QSD′ê ji bo rizgarkirina gelê xwe, berxwedaneke bêhempa didin meşandin û wiha got: ″QSD′ê tekane hêza ku parastina hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan dike ye.″
Her wiha Endamê TEV-DEM′ê Ferhan Dawûd jî êrîşên PDK′ê yên li ser Şengalê şermezar kir û diyar kir ku armanca vê yekê derxsitina tevlîheviyan a di navbera gelên herêmê de ye.″
Piştî axaftinan, nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbatê hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyî Şerîf Şiyar hate veşartin.