Cenazeyê şehîd Sadûn Mîrza Elî bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Cenazeyê endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Sadûn Mîrza Elî ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Sadûn Mîrza Elî ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi merasîmeke girseyî hate veşartin û peyama ‘Me ji bo Şengaleke Xweser berdêlên giran da û em hîn jî didin. Lê heya avakirina Şengaleke Xweser em ê nesekinin û gav bi paşve neavêjin. Yên bi dijmin re hevkariyê dikin û dibin sedema şehîdbûna pêşengên Êzidî wê neyên efûkirin û wê hesab ji wan were xwestin.’ hate dayîn

Dewleta Tirk a dagirker duh li navbera gundên Werdiyê-Ziravikê ya girêdayî nahiya Tilizêr a Şengalê wesayîta Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bombebaran kiri û di encamê de Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Sadûn Mîrza Elî şehîd bû. Şehîd Sadûn ji bo amadekariya merasîma îro ya ji bo şehîd Şêrzad Şemo kar dikir, di dema kar de rastî êrîşê hat.

Şehîd Sadûn îro, bi karwaneke girseyî ji Şengalê di geliyê Şilo re destpêkê anîn Xanesorê, li wir ji aliyê girseya gel ve hate pêşwazîkirin û bi awayeke girseyî berbi şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a çiyayê Şengalê ve hate oxirkirin. Girseya gel hem xemgîn û hem jî bihêrsbûn.

Merasîma şehîd bi amadebûna hemû sazî û dezgehên Şengalê, malbata şehîd, xelkê herêmê û hêzên parastinê pêk hat. Merasîm destpêkê bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên Êzidxanê re destpê kir.

Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Pakîze Celal destpêkê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Dayê Pakîze wiha got: “Şehîd Sadûn bavê zarokan bû, dayîk û bavê wî nebû û birayê şehîdan bû. Weke din birayê wî nîne. Her egîdek me şehîd dibe, birînên me carek din vedibin. Em şehîdên xwe ji bîr nakin û bi wan nakevin jî. Em ê xwedî li bîranîna şehîd Sadûn derkevin. Hol hola tawisê melek e. Şehîd Namirin.”

Piştre Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo mafê axaftinê girt. Şemo jî diyar kir ku balafirên dewleta Tirk di saet 13.00’ê nîvro de pêşengekî din ê civaka Êzidî kir hedef û got: “Şehîd Sadûn tê naskirin û ji malbateke welatparêz û xwedî şehîd tê. Serê me bi şehîdê me bilind e. Em ê ji bo bîranîna wan xebat û têkoşînê bikin, heya encam bigirin. Em ê ji saya van qehremanan karibin, Şengaleke Xweser ava bikin û bigihijin hedef û armancên xwe.”

Nayîf Şemo destnîşan kir ku mafê civaka Êzidî jî heye weke her gelek azad bijî û wiha pêde çû: “Mafê me heye em li welatê xwe azad bijîn û xwe biparêzin. Lê dijmin li ber me digire. Çavê dijmin jî birije, wê serkeftin a me be. Weke xelkê Êzidî me gelek êşên mezin jiyan kir û di fermanên mezin re derbas bûn. Eger em ji ber ola xwe ya pîroz a herî qedîm di fermanan re derbas dibin, ji me re şeref e. Ji ber vêye dijmin dijminahiya me dike. Lê em bi vê yeke serbilind in.”

Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo di dewama axaftina xwe de, îşaret bi têkoşîna xweserî û azadiyê ya li Şengalê kir û ev peyam dan: “Gelek armancên mezin li pêş me hene. Em doza avakirina welatê xwe dikin. Ji bo careke din ferman bi ser me de neyê, em xebatên xwe ji fermanan biparêze dimeşînin. Di dîrokê de ji bo avakirina welat timî berdêlên giran hatine dayîn. Me jî gelek berdêlên giran da û gelek qehremanên xwe yên ezîz ji dest da. Heya em Şengaleke Xweser ava nekin, em ê hîn berdêlan bidin.”

Nayîf Şemo îşaret bi kesên xayîntiyê li Êzdayetiyê dikin û ji dijminên civaka Êzidî re dixebitin jî kir û ev bang kir: “Em ji hemû gelê me yê Êzidî re dibêjin, beriya ku bergeh biçe û poşman bibe, li mala xwe baş binêre û cihê kesên xayîn di nava xwe de nêhele û nebin sedem ku xortên Êzidî şehîd bibin. Eger Êzidîne, divê xiyanetê li ola xwe nekin û nekevin rêyeke şaş. Ew li vê dinyayê xilas bibin jî, wê di axîretê de ji destê Tawisê Melek xilas nebe. Hûn zarokên Êzidiyan bi destê dijminan didin kuştin. Em ê ti carî we efû nekin û li we neyên rehmê. Eger hûn ji vê rêya şaş venegerin, em ê rehmê li we nekin. Par weke îro şehîd Şêrzad berpirsê asayîşa me dîsa bi destê van kafiran, şehîd ket. Em di şexsê şehîd Sadûn û şehîd Şêrzad de hemû şehîdên azadiyê bibîr tinin. Em bejna xwe li ber wan de ditewînin û sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan, gelê xwe û serokê xwe re dixwazin.”

Piştî veşartine cenazeyê şehîd Sadûn, merasîm bi berzkirina dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.