Cenazeyê şanoger Yalçinkaya hate veşartin

Cenazeyê lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya ku li Îzmîrê dema li nexweşxaneyê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hate veşartin.

Şanogerê kurd û xebatkarê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya (50) ku pêr li nexweşxaneyek Îzmîrê ji ber nexweşiya pankreasê jiyana xwe ji dest da li Amedê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. Ji bo Yalçinkaya ewil li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê ya li Kargeha Galeriya ku gelek caran Yalçinkaya lîstik lê dabû pêşandan, merasîm hate lidarxistin. Bi sedan şanohez, hunermend, şanoger, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar, xebatkarên Navendên Çanda Mezopotamya (NÇM) yên li bajarê heremê û metropolên Tirkiyeyê û welatî tev li merasîmê bûn.

Hemû kesan wêneyê Yalçinkaya bi ber dilê xwe ve danîn. Darbesta Yalçinkaya li ser dika şanoyê bicih kirin û wêneyên danîn ser maseyê û findan pêxistin.

'WÊ MAMOSTE HER TIM LI SER VÊ DIKÊ BE'

Di merasîmê de ewil hevala Yalçinkaya ya kar û Berpirsa Şanoya Bajêr a Amedê Şanoger Berfîn Emektar axivî. Emektar diyar kir ku mamosteyê wan Emîn berî her tiştî mirovek gelekî baş bû û got: "Di şanoya kurdî de keda wî pir pir zêde ye. Temaşevanên me bi keda wî mezin bûn. Wî bi hezaran şanoger perwerde kir û li ser bi hezaran dikan leyîst. Ji bo şano, çand û hunera kurd navê wî tu caran nayê jibîrkirin. Em ê jî wî her dem bi bîr bînin. Ew ê her tim li ser vê dikê be û di dilê me de be."

MIZRAKLI: MÎRATEYEKE MEZIN JI ME RE HIŞT

Piştî Emektar, Parlamenterê Amedê yê HDP'yî Selçûk Mizrakli yê ku hevaltî bi Yalçinkaya re kir axivî û wiha got: "Gotin 'Huner lêgerîna li heqîqetê ye û derketin rê'. Kedek mezin a salan berhev kirin. Yên ku me mehkûmî van cihên teng û biçûk kirin, carek din em wan şermezar dikin. Mehmet Emîn û hevalên wî ev yek heq nekiribûn. Vî gelî ev yek heq nekiriye. Ji bo azadiya hunerê dixebitîn. Wan bi hişmendiya ku civakan azad bikin tevdigeriyan. Mîrasek mezin ji bo me hişt û çû. Wan çavên bi ken û qet neditirsiyan û ew dilî wî yê wêrek ji bo me mîrasek gelek mezin e. Niha ji bo me cara dawî derket ser dike. Bo me mirin çawa dibe nemir da pêşandan. Mamoste Emîn di temenê xwe yê biçûk de tev li karwanê bê mirinan bû. Li vir em hemû soz didin, em ê di van dikên biçûk de ne tengijîn û em ê bi sedhezaran bînin ba hev. Em ê meşa ber bi dikên azad ve dewam bikin. Wê lêgerîna me ya heqîqetê jî dewam bike. Bila her 11’ê tebaxa her salê bibe roja pêşandana şanoyên ji bo bîranîna Mehmet Emîn. Cihê wî nûr û bihûşta baqî be."

BI HEZARAN KES ŞANOGERÊ XWE OXIR KIR
 
Piştî merasîma li vir girseya gel darbestê hildan ser milan û bir ambûlansê. Cenaze bi ambulansê birin Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Baglar a Amedê û li vir ji aliyê bi hezaran kes ve hate veşartin. Di merasîma definkirinê de Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Selçuk Mizrakli, Musa Farisogullari, rêveberên HDP, DBP, KCD, aktîvîstên TJA, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û bi hezaran kes tev li bû. Wêneyê Yalçinkaya li ser gorê hat hildan.

Piştî definkirinê gul, qurnafil û çîçek danîn ser gora Yalçinkaya û terqîn hat xwendin. Merasîma definkirinê bi xwendina dia û fatîahayan bi dawî bû.

Serdanên sersaxiyê wê li Mala şînê Şaklat a li taxa Huzurevleri ya navçeya Peyasê ya Amedê bên qebûlkirin.