Cenazeyê Rojnamevan Bûldan hat veşartin
Cenazeyê Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evîn Bûldan ku duh li Amedê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li warê wê navçeya Colemêrgê Gever hate veşartin.
Cenazeyê Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evîn Bûldan ku duh li Amedê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li warê wê navçeya Colemêrgê Gever hate veşartin.
Cenazeyê Bûldan ji aliyê malbat û hevpîşeyên wê ve ji morga Nexweşxaneya Selahattin Eyyûbî ya Amedê ya dewletê hate girtin û şandin Geverê. Cenazeyê Bûldan li Pira Şakîta ji aliyê konvoyekî wesayîtan ve hate pêşwazî kirin û cenaze birin Goristana Bajêrgeh a li Taxa Esentepeyê.
Hevalên Bûldan yên rojnameger, malbat û bi sedan welatî tevlî merasimê bûn. Apê Bûldan Îsmet Bûldan li ser navê malbatê axivî û spasî ji mevan û beşdaran re xwest.
ji bo Bûldan wê konê sersaxiyê li Mizgefta Mele Ûbeyd a li Taxa Gongurê were danîn.