Cenazeyê Nazelîn Korkût hate veşartin

Cenazeyê Nazelîn Korkût ku ji bo şermezarkirina Komploya 15'ê Sibatê bedena xwe da ber êgir hate veşartin.

14'ê Sibatê li navçeya Konakê ya Îzmîrê di salvegera Komploya 15'ê Sibatê de, ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendekara Zanîngeha Stenbolê Nazelîn Korkût bedana xwe dabû ber êgir û jiyana xwe ji dest dabû.  Cenazeyê xwedenkara Zanîngeha Stenbolê Nazelîn Korkut (21) anîne Nisêbînê ya Mêrdînê û li Goristana Şehîdan veşartin.

Polîsan heta têketa goristanê li pey ambûlansê bûn. 

Cenazeyê Korkût bi diayan hate veşartin..

Li gel dorpêça polîsan jî gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn.