Cenazeyê Mehmet Akar ê tecrîd protesto kir hat veşartin
Cenazeyê Mehmet Akar ê li Amedê ji bo protestokirina tecrîda Îmraliyê bedena xwe da ber agir, hat veşartin.
Cenazeyê Mehmet Akar ê li Amedê ji bo protestokirina tecrîda Îmraliyê bedena xwe da ber agir, hat veşartin.
Mehmet Akar duh bi şev li Birca Keçikê ya li navçeya Sûrê ya Amedê, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Cenazeyê Akar piştî kar û barê Saziya Tiba Edlî, li gundê Axmeşat ê navçeya Sûrê hat veşartin.
Cendirmeyên Tirk, beriya veşartina cenaze, dor li gund girt.