Cenazeyê Leheng Tendûrek ê HPG'yî li Qendîlê hate veşartin

Cenazeyê Leheng Tendûrek bi merasîmek girseyî li Goristana şehîdan a Binarê Qendîlê hate veşartin.

Îro piştî nîvro cenazeyê gerîla Leheng Tendûrek ku di encama nexweşiyê de li nexweşxaneya Silêmanî şehîd bû, bi merasîmek girseyî li Qendîlê hate veşartin.

Karwanê wesayitan destpêkê li gundê Derwe Kotrî ya Sengeserê ji aliyê girseyek qelebalix ve hate pêşwazî kirin û ber bi Qendîlê ve kete rê. Merasîm bi deqeyek rêz girtinê destpê kir.

SERHAT: EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN WAN

Di merasîmê de Nûnerê Komîteya Şehîdên Başûr Şukrî Serhed axivî û got: “Şehîd Leheng hevalek ciwan bû. Lê cuhahiya wî ji ciwanên din yên hevalê wî ew bû ku tevlî xebata rizgariya gelê xwe bibû. Heta gelê Kurd negihîje armanca xwe, berdêl çi dibe bila bibe, wê xebat û tekoşîna ciwanan berdewam be. Heta ku em daxwazên şehîdên xwe bi cih tînin, em ê rêya wan dewam bikin.”

XIDIR: BÊDENGIYA HEYÎ EM BIŞKÎNIN

Şiwan Xidir ê li ser navê Tevgera Azadî axivî wiha got:

Em soz didin şehîdan, heta dilopa xwîna xwe ya dawî, em ê xak û welatê xwe li her çar parçeyên Kurdistanê biparêzin. Em ê bibin şopdarê rêya şehîdan.Niha dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser gelê me zêdetir kiriye û dest bi xirakirin û kavil kirina navçeya Sûr a Amedê kiriye. Cîhan jî li hember wê hovîtiya dewleta Tirk bê denge. Ji ber wê em bang li gelê Kurd dikin ku bê dengiyê bişkênin û li xwîna şehîdan xwedî derbikevin. Ji bo bi cih anîna azadî û xewn û hêviya şehîdan kar bikin.”

AGAIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYÊ

Nasnav: Leheng Tendûrek

Nav û Paşnav: Nûrûlah Dûrmûş

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Patnos 1999/Agirî

Cih û Dîroka Şehadetê: Silêmanî/8’ê Hezîrana 2017