Cenazeyê Gerîlayên HPG’ê Yetut hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'î Edip Yetut yê di êrişa hewayî ya li çoltara Lîcê de jiyana xwe ji dest da li goristana Yenîkoyê ya Amedê hat veşartin.

Li navçeya Lîce ya Amedê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Di êrîşa hewayî ya li çoltara Lîcê de gerîyalyê HPG’ê  Edip Yetut (Erhan Siser) jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenazeyê Yatut piştî testa DNA ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê Gazî ya Yaşargilê wergirtin û anîn li Goristana Yenîkoyê ya Amedê . Girsê cenazeye Yatut bi dirûşmeya “Şehid namirin” li Goristana Yenikoyê ya Amedê veşartin.