Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Tek û Korman spartin axê

Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Denîz Îbrahîm Tek û Şefîk Korman li Bedlîsê spartin axê.

Li Çiyayê Ananosê yê Navçeya Hassa ya Hatayê di 22'e Tebaxê de gerîlayê HPG'ê Şefik Korman di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê pişti çend meh şûnde cenazeyê kurê xwe girtin û li taxa Çitakê yê Norşîna Bedlîsê şevê din derengê şevê li Goristana Kanîreşê defin kirin. Malbatê piştî testa DNA eşkere bû, dun ji saziya Tipa Edlî ya Edeneyê girtin û di saetên şevê de defin kirin.

Li Navçeya Çelê ya Colemêrgê jî di 25'ê Tîrmehê de gerîlayê HPG’ê Îbrahim Deniz Tek di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê wî li goristana bêkesan a Wanê defin kiribûn. Piştî malbatê xwîn da û testa DNA diyar bû, cenazeyê wî girtin û di saetên şevê de li Gundê Ovanisê yê Tetwana Bedlîsê defin kirin.