Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Omer Sungur li Cizîrê hate veşartin

Gerîlayê HPG’ê Omer Sungur ê ku li Çiyayê Gabarê şehîd bûbû li Cizîrê hate veşartin. Sê cenazeyên li morga nexweşxaneyê Şirnexê ji aliyê malbatên wan hatin wergirtin.

Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê di şerekî beriya 5 rojan derketibû de 4 gerîlayên HPG’ê şehîd bûbûn. Hate hînbûn ku rayedaran duh agahî daye malbata yek ji gerîlayê HPG’ê Omer Sûngûr ê ku di şer şehîd bûye.

Malbata Sûngûr ku çû morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê cenazeyê lawê xwe teşhîs kir. Malbatê cenazeyê Sûngûr wergirt û bi şev bi polîsan re li Goristana Asrî ya Cizîrê veşart. Ji bo Sûngûr li Mêrsîna ya ku malbata wî lê dijî şîn hate danîn. 

Gerîlaya YJA STAR’ê Menîce Ozkan a di heman şerî de şehîd bûbû li Colemêrgê, gerîlayê HPG’ê Mûstafa Bayindir li Êlihê û gerîlayê HPG’ê Mehmet Bayindir jî li Amedê hatin veşartin.