Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Akîf Bagok hate veşartin

Gerîlayê HPG’ê Akîf Bagok (Abdurrahman Erçîk) ê ku di 30’ê Îlona 2018’an de li Bagokê şehîd bûbû, piştî 3 mehan cenazeyê wî teslîmî malbata wî hate kirin. Cenazeyê Bagok li Nisêbînê li Goristana Morrîs hate veşartin.

Li Çiyayê Bagokê yê Nisêbîna Mêrdînê di 30’ê Îlona 2018’an de şer çêbûbû. Di vî şerî de gerîlayên HPG’ê Medya Mawa (Emîne Kaya) û Akîf Bagok (Abdurahman Erçîk) şehîd bûbûn. Gerîlayê HPG’ê Bagok piştî ku şehîd bûbû cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Mêrdînê hatibû veşartin. Malbatê testa DNA’yê kir û piştî 3 mehan rastî derket holê. Malbatê ji bo teslîmgirtina cenaze hate Goristana Bêkesan a Mêrdînê.

Polîsan bi wesayîtên zirxî dora goristanê girtin û destûr nedan ku ji xeynî malbatê kes cenaze werbigirin.

Malbatê piştî ku cenaze wergirt, cenazeyê Bagok li Goristana Morrîs a Nisêbînê veşart.