Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Akdogan hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Alî Akdogan ku li herêma Omeriya ya Mêrdînê şehîd bû, li Wanê hate veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Alî Akdogan (Denîz Hêlîn) 12’ê Adarê li herêma Omeriya ya Mêrdînê tevî sê hevrêyên xwe di êrîşa hewayî de şehîd bû. Malbata wî cenazeyê Alî Akdogan piştî testa DNA’yê, ji Goristana Bajar a Kamorê wergirt û anî Wanê.

POLÎSAN ASTENGÎ DERXIST

Cenazeyê Akdogan ku anîn bajar, ber bi siharê ve piştî pêkanîna wecîbeyên olî li Goristana Taxa Karşiyakayê bi tevlîbûna endamên malbatê re hat veşartin. Polîsan dor li goristanê girt û ji dervey malbatê nehiştin ti kes din bikeve goristanê û nehişt ku dîmen jî bê kişandin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Alî Akdogan ku 12’ê Adarê li herêma Omeriya ya Mêrdînê di encama êrîşa hewayî de tevî 3 hevrêyên xwe şehîd bûbû, li goristana bêkesan hatibû veşartin. Malbatê ji bo testa DNA’yê serlêdan kiri û piştre hatibû diyarkirin ku yek ji cenazeyan ê Alî Akdogan e (Denîz Hêlîn) û yek jî yê Îshak Çekîn e (Egîd Cûdî).